03 april 2019

Were em herin ser xênî



Rojekê Xoce Nesredîn hilkişiyabû ser xênî, xanîyê xwe lox dikir. Yekî li deriyê wî xist. Xoce ji ser xênî jê pirsî:
-Kerem bike, ma te yê tiştek bigota ?
Yê li ber derî got:
-Dakeve jêr ezê ji te ra bibêjim.
Nêrdiwan li ber xênî bû. Xoce ji ser xênî daket jêr û çû derî lê vekir û got:

-Kerem bike, bibêje, te xêr e ?
Mêrik got:

-Xêra miriyên xwe sedeqeyekê bide min !
Xoce got:
-Were em herin ser xênî.
Piştî ku herdu derketin ser xênî Xoce jê ra got:
-Xwedê bide te…
Parsek matmayî ma û got:
-Xoce, Xwedê jê razî, heger te yê bigota na û tiştek neda min, ji bo çi te ez derxistim ser xênî? Te kanîbû li jêr bigota ez nadim.
Xoce got:
-Te çima berê negot? Ji bo tu viya ji min ra bibêjî ne hewce bû ez daketama jêr. De oxir be ji te ra karê min heye…


Her kes didize
Kurdek û tirkek li ser hilbijartinan dipeyivîn. Yê kurd got:
-Dibêjin yên AKPyî diziyê dikin, bertîl û rişwetê dixwin, fikrê te çi ye?
Yê tirk got:
-Vira Tirkiye ye, kê nediziye û kî nadize ku?
Diz
Yekî tirk qîriya, got:
-Haho diz !!!
Diz bersîv dayê:
-Tiro tu pir mêr î here li ser sindoqê biqîre!

Kûçik
Mamoste bi Şêro da xeyidî, got:
-Do tu nehatî dibistanê, hela ka bibêje tu bi kîjan kûçikî ra hol bû?
Şêro got:
-Ez bi lawê te ra bûm. hat mala me, me bi hev ra lîst.

Nig û serî
Xwendevanê bijîşkiyê(tibê)di dersê da ji profesorê xwe pirsî:
-Mamoste, heger ez serserkî rawestim ewê xweîn di serê min da kom bibe. Lê ez ser nigan radiwestim tiştek nabe, çima?
Profesor got:
-Ji ber nigên te wek serê te ne vala ye lema...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE