08 april 2019

Tolerans


Ji bo serketinê di her karî da sebir pir muhîm e, dibê meriv ne bêsebir be, zû dev ji doz û hedefa xwe bernede.

Bi taybetî jî di siyasetê da sebir û îstîkrar esas e. Siyasetmedar, yek dibê bi sebir be û ya din jî dibê xweşbîn, bînfireh yanî bi tolerand be.

Ji bo me kurdan ”sebir” û ”toleransa” li hemberî hev gelkî muhîm e, dibê em van herdu mefhûman hezim bikin, bikin kultureke siyasî.


Li ser toleransê min çend aforîzmayên xweş wergerandin. Ez wer bawer dikim ewê kêfa we ji wan ra were.

Hêdî hêdî dimrin yên naxwînin, yên li muzîkê guhdarî nakin, yên di ûjdanê xwe da bînfirehiyê, toleransê nahewînin.
 -Pablo Neruda

-Yê bixwaze dostê wî qembûrê wî xweş bibîne, dibê ew jî pizikên/xuşrûkên dostê xwe xweş bibîne.
///Horatius

 - Di çavê min da tolerans(xwşbînî, bînfirehî)dilpakiya, fezîleta herî xweş û herî bi esalet e. Heta ev yek, ev haletî ruhîye tunebe tu tiştek mimkûn nabe. Tolerans di hemû temasên însanî da yek ji gelşa derdikeve pêş e. Tolerans tu fikrê red nake û bi xerab ra, neqenc ra li hev nake. Tolerans bêyî nefretkirina ji yên din qebûlkirina fikrên cuda ye, qebûlkirina ew wek te nafikirin.
///Paul H.Spaak

 -Sirrê her tiştî sebir e, hedan e.
Tu sebrî êşê dikî navê wê dibe ”metanet”.
Tu sebrî birçîbûnê dikî navê dibe ”rocî”.
Tu sebrî însanan dikî navê wê dibe ”xweşbînî/tolerans.
Tu sebrî daxwazekê, hêviyekê dikî navê wê dibe ”dua”.
Tu sebrî hisan, hestan dikî navê wê dibe ”hêsirên çavan”.
Tu sebrî bêrîkirinê dikî navê wê dibe ”hesret”.
Tu sebrî hezkirinê dikî navê wê dibe ”evîn”.
///Mewlane

-Gulê ew bîna xweş bi tehemulkirina ji stirî ra qezenc kir.
///Mevlana

-Gulên di axê da çê dibin diçilmisin diherin. Lê belê gulên di dil da vedikin ebedî ne.
///Mevlane

-Bînfiehiya li hemberî neyîniyan, nelirêtiyan çi baş e. Zîra deryaya avê dide hemû rûbaran, çeman jî her qirş û qalî li ser serê xwe digerîne, lê belê derya ji ber vê kerameta xwe kêm nabe.  Ji xwe hezkirin û xweşbînî, bînfirehî însanîyet e.
///Mewlane
 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE