29 april 2019

Tirkiye li Japonyayê jî neyartiya zimanê kurdî dike



Japon jî êdî zimanê kurdî fêr dibin. Li Tokyoyê li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî dersên kurdî di 1ê nîsanê da dest pê kir.

Nuha li dora 40 xwendekar zimnanê kurdî dixwînin.

Lê vê yekê Tirkiye pir aciz kiriye. 

Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê xwesitiye Japonya dawî li dersên kurdî bîne. Yanî beşê zimanê kurdî were girtin. 


Mamosteyê beşa kurdî Vakkas Çolak li hemberî vê mudaxeleya Tirkiyê matmayî maye û gotiye ew bawer nake Japonya û Zanîngeh guh bidin zextên Tirkiyê, lê midaxelaya Tirkiyê jî gelkî ecêb dîtiye. 


Vakkas Çolak di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya ”Yenî Yaşam Gazetesî” ra gotiye li Japonyayê eleqeya ji zimanê kurdî ra roj bi roj zêde dibe. 

Û li alî din jî, ”derket ortê Tirkiye ji vê yekê pir nerehet bûye û ji bo ku dersên kurdî neyê dayin ketiye nava hewildanên dîplomatîk.” 



Li dora 40 xwendekarên beşê kurdî hene. Di dîroka Japonyayê da ev cara pêşî ye di zanîngeheke Japonyayê da dersên kurdî tê dayin. 

Mamosteyê beşê kurdî Vakkas Çolak e û hefteyê 4 saetan ders tê dayin.

Li gorî Çolak piraniya xwendekaran japon in, lê xwendekarên çînî û taywanî jî hene. 

Vakkas Çolak gotiye li Japonyayê bi dehhezaran kurd hene, komeley Dostaniya Japonya-Kurdistanê heye û li Japonyayê êdî Newroz jî tê pîrozkirin.

Meha borî gramera japonî-kurdî û ferhenga japonî-kurdî ji alî weşanxaneya Nûbijharê ve hat weşandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE