22 april 2019

Tirkiye ji tîcareta însanan pereyekî baş qezenc dike



Her hefte çend sed koçberên afganî, pakîstanî, bengalî û nizanim ji kîjan welatî li Wanê û li vî bajarî û li wî bajarê Kurdistanê û Tirkiyê tên girtin. 

Hefteyê çend caran bi sedan însan, qefle bi qefle çawa kanin ji Îranê bi qaçaxî, bi dizî derbasî Tirkiyê bibin?


Destûra Îranê û Tirkiyê tunebe, ew vî îşî bi hev ra organêze nekin tiştekî wiha ne mimkûn e. 

Heger Tirkiye û Îran bi hev ra organîze nekin ne mimkûn e her hefte bi sedan însan ji Pakîstanê, ji Afganîstanê û ji Bengalê lêxin werin Îranê û ji wir jî bêyî ku li derekê werin girtin, bêyî ku leşkerên Îranê û tirk wan bibînin xwe bigihînin Wanê û di malan da bi cî bibin?

Heger Tirkiye nexwaze, heger Tirkiyê destûrê nede ne bi sedan, ne mimkûn e yek kes jî kanibe ji Îranê sînorên Tirkiyê derbas ke û xwe bigihîne Wanê.

Bi sedan qereqol û bi hezaran leşkerên tirk li ser sînorên Tirkiyê û Îranê hene. Heger ew destûrê nedin ew bi teyr bin jî nikanin sînor derbas bikin û xwe bigihînin Wanê, miheqeq ewê werin dîtin û werin kuştin.

Lê bi qasî xuya dike Tirkiye û Îran bi hev ra tîcareta însanan dikin, bi vê riyê pera qezenc dikin û dû ra jî hindik, hindik dişînin Ewrûpayê.

Heger Yekîtiya Ewrûpayê destê xwe neke gewriya Tirkiyê dawiya vê koçê nayê, her sal ewê bi milyonan însan li ser sînorên Ewrûpayê bibin sebebên problemên mezin û trajediyan.

Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê bi milyaran Eura digre ji bo ku rê li ber hatina koçberan bigre, lê li alî din jî her roj bi sedan kesî ji Îranê bera nava tirkiyê dide. Bi vî hawî him ji kesên tên qezenv dike û him jî ji Yekîtiya Ewrûpayê salê çend milyar Euro digre.

Îran û Tirkiye wek du welatên musilman viya wek şerekî li hemberî ”kafiran” dibînin, bi şandina bi milyonan xortên misilman, rût, bi problem ji Ewrûpayaya dijminê xwe ra gelşê peyda dikin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE