11 april 2019

Tirkiye êdî xwedêgiravî dewlet e


Heger berbijêr(namzed) qezenc bike jî ewê neyê hilbijartin wê demê tu maneyeke hilbijartinan û dengdanê jî tuneye. Wê demê ne ray û îradeya milet, destûra hukûmetê esas e, hukûmet kê qebûl bike ew dibe serokê belediyan. 

Li welatekî wiha êdî dewleteke qanûnî tuneye, qanûna serê çiyan heye.

Dibê hemû kurd, HDP, ne HDP hemû kud li dijî vê zorbatiya hukûmetê derkevin û bi hev ra siyaseteke netewî bimeşînin.


Heyeta Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê mezbeteya hin berbijêrên HDPê yên qezenc kirine nedaye û ji dêlî wan daye yên AKPê.

Dewlet wiha nake, ev zorbatiyeke mafîawarî ye. Dibê HDP û hemû partiyên kurd bi hev ra vê zorbatiyê qebûl nekin û serî li hemû riyan bidin.

Ji bo ku AKP qezenc bike dibê hukûmet bi biryareke KHKê mafê dengdanê li çend milyon kesî yasax bike. 

Bi baweriya min riya herî baş û rehet ev e. 

Bi vî hawî ewê teşxeleyên kê qezenc kir, kê qezenc nekir ji ortê radibe. 

Gerek AKP tim qezenc bike. Ji xwe tiştê AKP dixwaze jî ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE