16 april 2019

Tirkiye dixebite li dinyayê kurdekî nehêle


Tirkiye bi dagirkirina welatê me û zulma li me dike nayê serî; viya hindik dibîne, ne ku dixwaze me tenê bike tirk, ew li pey hemû kurda ye.

Tirkiye wek dewlet bi hemû îmkan û dezgehên xwe ve 24 saetan li pey kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ye, hemû kurdan neyarê xwe dibîne û lema jî her derê kurdan terorîze dike û dixwaze hemû kurdan ji dinyayê rake.


Li bakur zindan tije kurd kirine, wek kabûsekî ketiye ser dilê kurdan, nahêle kurd bîna xwe bigrin.

Li rojava û li başûr bi topbaran û bombebaranên her roj kurdan terorîze dike.

Li Ewrûpayê, li her welatê dinyayê li pey kurda ye, bela xwe di kurdan dide.

Îran, Îraq û Sûriye jî dijmin in û welatê me dagir kirine û xêra me naxwazin.

Lê ew wek Tirkiyê 24 saetan wek kûçikên nêçîrê ne li dû hemû kurdan in.

Tenê Tirkiye wiha ye, tenê Tirkiye û tirk dixwazin koka me biqelînin û li dinyayê kurdek nemîne.

Lema jî neyarê me yê herî xedar, marê herî bi jahrî Tirkiye û tirk in. Heger ji me were dibê berê em serê vî marê herî bi jahrî, herî tahlûke bipelixînin. Wezîfeya her kurdî ya sereke ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE