29 april 2019

Tirkiye dev ji neyartiya kurdan bernade


Dibê em ji bîr nekin dijminên bavan nabin dostên lawan.

Dewleta welatê meriv dagir kiribe tu carî nabe dostê meriv. Di referandûma serxwebûnê da Tirkiyê û Îranê ev yek îspat kirin.

Gava xurt e, ya jî xwe xurt û kurdan jî zeîf, di ciyekî teng da dibîne dibe dîk, dibe elok û xwe li kurdan ridikşîne, gefan li wan dixwe, dibêje ezê we ji birçîna bikujim...

Lê gava dikeve heriyê, gava cî lê teng dibe, berê xwe dide kurdan û dixwaze têkiliya xwe bi wan ra xurt bie.

Ê kuro heger hûnê wiha zû bihatana ber ben, heger we yê li ber ala kurd sûretê xwe bigirta, çima di dema referandûmê da we ew bêbextî bi kurdan ra kir?

Çima we li hemberî kurdan ew çeqilî kir?

Lê hûn li ber xwe nakevin, heger hûn li ber xwe ketana ev şelafiya hûn nuha dikin têra we dike...

XXX
Êdî bes e, dibê em ji tarîxa xwe dersê bigrin !

Çawa ku di salên 1970-80 û 90î da dijminatî û şerê nabêna hêzên siyasî yên kurdperwer û Kurdistanî da şaş bû, îro jî dijminatî û teşxele û bêtifaqiya nabêna hêzên kurd da şaş e û bi zirar e.

Dijminê me hemûyan yek e, dewleta dagirker e. Dibê em hemû hêz û enerjiya xwe bidin şerê li dijê vê hêza dagirker. Fikrên me, îdeolojiyên me cihê bin jî em ne hasimên hev, em xizmên hev in. 

Yanî em ne dijminên hev in, em dost, mitefik û birayên hev in. Dibê 30-40 salên din em dîsa li çonga xwe nexin û dîsa nebêjin xwezî me wer nekira, xwezî me li hev bikira.

Ez viya ji bo kurdên bakur tenê nabêjim, ji bo kurdên rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê jî dibêjim.
Dibê YNK, PDK, Goran û hêzên din humûmetê ava bikin, êdî bes e, pir dirêj kirin. Ne xweş e, bi rastî eyb e, xelk bi me dikene, dijmin kêfa xwe bi me tîne. Bes e li ser tiştên biçûk têkevin gewriya hev û kêfa dijminan bi xwe bînin.

XXX
Heta îslamîst li Tirkiyê nebûbûn îktîdar gelek kesan digotin belkî hêzên îslamî ne kemalîst in. 

Îslamîstan bi xwe jî hewake li dijî kemalîzmê didan xwe. Û vê vira îslamîstan gelek kurd xapand.

Lê bi 17 salên îktîdara AKPê ra derket ortê îslamîst jî xalis muxlis kemalîst in û heta hinekî jî ji wan xerabtir in û irqçîtir in; ji wan faşîsttir in.

Kemalîzim wek lîberalîzmî, sosyalîzmê ne îdeolojiyeke sinifî ye, nasyonalîzma tirk e, pan-tirkîzm e, îdeolojiyeke, tevgereke irqçî, antî-kurd e. 

Îslamî, ne îslamî her kesê li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd kemalîst e. 

Ji bo wê ye Erdogan, Bahçelî, Perînçek , Meral Akşener û Kiliçdaroglu û hemû serokên din kemalîst in. 

Çimkî hemû jî antî-kurd in û dixwazin kurd ji bindestiyê xelas nebin. Kî çi navî li xwe dike bira li xwe ke, her kesê li dijî azadî û serxwebûna kurdan kemalîst e. Nav, etîket û partiyên cihê vê rastiyê naguhere.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE