23 april 2019

Serokwezîrî Swêd newêre terostîn îslamîst rexne bike



Serokwezîrê Swêd Stefan Lovên, çend saetan piştî êrîşên ser du mizgeftên li Zelenda Nû li bajarê Christchurchê civîneke çapemeniyê çê kir û êrîşa terorîstî bi gotinên pir giran mahkûm kir, got ”kuştina hewqas însanî êrîşeke newêrek û kirêt e, madê meriv jê digere..”

Li Srî Lankayê terorîstên îslamî di cêjna Paskalyayê da di 3 dêran û otêlekê da 310 kes bi wahşetî kuştin û 500-600 kes jî birîndar kirin.

Lê eynî Stefan Lovên ji bo vê qetlîama hewqasî mezin hîn tu civîna çapemeniyê çê nekiriye û li ser vê wahşeta terorîstên îslamî tiştek negotiye. Di beyana xwe sersaxiyê da newêrîbû navê terorîstên îslamî jî bide.

Çapemeniya Swêd ev du roj in bi pey Stefan Lovên ketiye, lê dikin nakin wî zeft nakin û bi wan ra napeyive, direve, xwe vedişêre, bersîva prsên rojnamevanan nade. 

Çapemenî dixwaze bizanibe çima wî ji bo qetlîama Srî Lankayê jî çivîneke çapemeniyê çê nekir, çima ew wiha bêdeng e?

Çima ew ji bo vê terora îslamîstan ya hewqasî mezin tiştekî nabêje?

Newêre bibêje, newrêre îslamîstan û mucahîdên îslamê rexne bike.

Siyasetmedarên swêdî ji xwe ji zûda ye teslîmî îslamîstan bûne û Swêd hêdî hêdî, lê bi gavên mezin û cidî dikin welatekî misilman.

Li gelek deran nuha tu ferqa swêd ji welatekî musilman, heta ji Somaliyayê tuneye. Erê cî, welat Swêd e, lê însan wek li welatê xwe dijîn. 

Lê ne siyasetmedarên swêdî tenê, piraniya siyasetmedarên ewrûpî tirsonek in, bêzirav in û teslmî îslamîstan û welatên musilman bûne. 

Lema jî li welatê xwe bûne êsîrên îslamîstan û musilmanan.

Ji ber wê jî Stefan Loven newêre ji bo Srî Lankayê jî civîneke çapemeniyê çê ke.

Newêre terorîstên îslamî rexneke bike.

Newêre vê terora îslamîstan ya li Srî Lanayê jî wek ya Zelandaya Nû mahkûm bike. 

Gava bike Partiya Kesak(MP)ya koalîsyonê û pariyên din û gelek endamên sosyal demokratan ewê li dij derkevin. Çimkî gelekên wan xwe neheq û terorîstên îslamî bi heq dibînin.


Lînka xebreke li ser qetlîama Srî Lankayê. Rojname dibêje qetlîam heyfgirtineke Zelenda Nû ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE