30 april 2019

Rûsya di heqê Tirkiyê da xewnan dibîne



Nûnerê Pûtîn Aleksander Lavrentiev, li ser şêla Tirkiyê ya li Idilbê dilgiraniya Rûsyayê aniye zimên û gotiye:

”Moskowa ji rewşa parêzgeha Idlibê dilgiran e, piraniya axa Idlibê ketiye bin kontrola çekdarên Tehrîr el Şam.  Tevî ku 6 meh di ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ra derbas bûye, lê Tirkiyê hîn jî grûbên terorîst ji wê parêzgehê ji nav nebiriye.”


Aleksander Lavrentiev di heqê Tirkiyê da xewnan dibîne. Heger bi rastî jî Rûsya bawer dike Tirkiye ewê terorîstên îslamî ji Idlibê û ji derên dagir kiriye derxe, bi rastî Rûsya pir xeşîm û nezan e.


Tirkiye ji yek bihost axa dagirkiriye bi rehetî dernakeve, dibê Rûsya viya baş bizanibe.

Tahrîr el Şam û çeteyên din hemû leşkerên Tirkiyê ne, Tirkiye dixwaze bi alîkariya van çeteyên xwe erd, bajaran dagir bike. Li Sûriyê hedefa Tirkiyê ev e.

Tirkiye tu carî şerê Tahrîr el Şam, Nusra û Daşê nake, hemû leşkerên Tirkyê ne. Tirkiye her carê navekî li wan dike, hemû Daîş in, hemû girêdayî Tirkiyê ne.

Tirkiye li Sûriyê ne li dû aştiyê û karê baş e, ew li dû talanê û dagirkeriyê ye, çavê xwe bera welatê kurd û ereban daye.

Rûsyayê bi destê xwe Efrîn, Idlib û derên din da Tirkiyê û nuha jî gazinan jê dike.

Tirkiye ji gazinan fêm nake. Tirkiye bi gotinê û bi rexne ji Sûriyê dernakeve û erdê dagir kiriye paş da nade. 

Heger Rûsya dixwaze Tirkiye soza daye bi cî bîne û ji Sûriyê derkeve dibê zorê bibîne, dibê Rûsya bivikê nîşan bide, dibê lêxe. Ya na gotin, gazin, rexne vala ye, Tirkiye tu carî guh nade tiştên wiha.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE