02 april 2019

Rojek xweş bû, tenê ev risim ma li dû


Li Wêranşarê
li kuçeyeke taxa Xincika bû
em çar bira bi hev ra bûn
sal 2013 bû
rojeke xweş bû
dilê her çar bira jî ji kêf û şadiyê geş bû
her yek ji derekê hatibû

piştî hesretiya salan
em her çar bira bihevdîtina hev
bi wê rojê gelkî dilgeş û şa bûn
rojek xweş bû
lê zû derbas bû
bû xewnek û çû
tenê ev risim ma li dû



Ev jî  sala 2010 e, piştî 30 sal li sirgûniyê

Ji milê çepê:xanima min, xwarziya min, ez, diya min,
xweha min ya mezin û xweha min ya biçûk


birayê herî biçûk û du xweh di vî rismî da kêm in. Bi hêviya rojekê em hemû xweh û bira werin ba hev û ji zarokên xwe ra xatirayekê, rismekî bi hev ra li dû xwe bihêlin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE