10 april 2019

Rizgariya me bi hevalbendiya Rojava mimkûn e


Di Şerê Cîhanê Yekê da bi Peymana Sykes Picotê  û Peymanan Lozanê Rojava(Fransa, Îngilistanê, Îtalyayê)welatê me perçe kirin û em kirin bin destê tirk û ereban. 

Tiliya Rûsyayê jî dû ra di vê perçebûnê da hebe jî lê aktorên sereke Fransa û Îngilîstan  e.

Yên welatê me perçe kirin û em kirin bindest, dibê me ji vê bindestiyê derxin, rizgar jî bikin.

 
Ev berpisiyariyeke wan ya tarîxî û exlaqî ye; wan em xistin vî halê perîşan, dibê ew me xelas jî bikin. Dibê em vê wacibê wan yê tarîxî û exlaqî tim bi bîra van dewletan û Xerbê xin.

Lema jî xelasiya me ne di Rojhilat da, di Rojava da, di mitefîkiya Rojava da ye; dibê em di vê cepheyê da ciyê xwe bigrin û tu carî ji vê cepheyê dernekevin.

Kêmasiyên wan çi bin, bêbextiyên wan pir bin jî dibê em di hevalbendîya Rojava da israr bikin, bêyî alîkariya wan serketin û xelasiye me ne mimkûn e.

Di micadela me ya azadî û serxwebûnê da sîleha me ya herî mezin û xurt dibê em ji hemû dijminên xwe demokrattir bin û li demokrasiyê û li nirx û hêjayiyên Xerbê xwedî derkevin û wan biparêzin.

Dibê em tu carî neşibin dijminên xwe û wek wan ne hov bin, ne xwediyê îdeolojiyeke irqçî bin; ne neyarê plûralîzmê, wekheviyê û azadiyan bin. Dibê em civateke azadîxwaz û bi tolerans bin û tehamulî ferq û cudahiyên fikir û baweriyên cuda bikin.

Dibê hedefa me avakirina civateke modern, demokartîk û plûral be û em vê yekê di praktîka xwe da nîşan bidin.

Sebebê sempatî û piştgiriya îro li Xerbê ji me ra çê bûye ji ber însanîyeta me ye, ji ber baweriya me ya bi demokrasiyê ye, ji ber ku em hebûna kesî înkar nakin û naxwazin tu kesî ji ortê rakin. Dibê em vê xeta xwe ya demokratîk bidomînin û baweriyê bidin mitefîkên xwe yên Rojhilat.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE