24 april 2019

Pira Siratê



Mêrikê bektaşî wê êvarî hinekî zêde vexwaribû. Li ser riya malê nigên wî li ber hev diketin û rast û çep li ba dibû, li ser xwe nediedilî. Cîranekî wî gava ew di vî halî da dît, bela xwe tê da, gotiye:

-Xwedêjêrazî , ma tu yê bi vî halî çawa ji ser Pira Siratê derbas bî?


Yê bektaşî keniyaye û gotiye:

-Ma qey li wî alî dinê bax û bexçe û qesir û qonaxên min hene !

Buxtan
Cimat geriya bû, milet ketibû şêwr û mêşiwran. Hinekan ji sar û sermayê gazin dikirin. Ji cimatê yekî got:

-Yahu însan qet ji halê xwe razî nabe, qet şukir nake. Zivistanan ji sermê, havînan jî ji germê gazinan dikin.
Deng çû guhê sofî Xelîl, got:

-Kuro li xelkê buxtanan(derewan) neke, ma kesî ji biharê ra tiştek gotiye û jê gazin kiriye?

Zîla derî
Zarokekî biçûk hewil dida li zîla deriyekî apartmanê xe. Lê destê wî nedigihîştê. Kalekî piştxûz ji wir derbas bû, bala xwe dayê destê gede nagihîje zîlê. Jê ra got:

-Wê da ez alî te bikim. Tu dixwazî li kîjan zîlê xî?
Lêwik got:

-Zîla duduyan apo.
Mêrik çend caran li zîla duduyan xist û dû ra got:
-Temam, nuha tu dixwazî çi bikî?
Lêwik got:

-Nuha jî emê birevin apo !

Diçim ba jintîya xwe
inikê guh neda lempa sor û derbasî wî aliyê cadeyê bû. Pûlisê trafîkê bi dengekî bilind ban kirê:

-Xanim, xanim, tu wiha bi ku da diherî, ma tu nabînî lempa sor vêketî ye?
Jinik lê vegeriya û jê ra got:

-Diçim ba jintiya xwe, min ji peyê(mêrê)xwe îzin girtiye, ma qey ezê ji te jî îznê bigrim?

Mewzûat
Ji yê muhasîb pirsîn, gotin:

-Heger careka din tu werî dinyayê tu yê bixwazî bibî çi, bixwazî çi karî bikî?
Mêrik bêyî zêde bifikre got:
-Ezê bibim mele/îmam.
Sebebê wê pirsîn:
Got:
-Çimkî mewzûat her eynî ye, tu carî naguhere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE