19 april 2019

Pesnê xelkê didin lê ew bi xwe nakin


Karê meriv rast dît û pesnê wî da dibê meriv bi xwe jî bike, ne ku dema xelkê kir pesnê xelkê bide û bibêje her bijî, lê ew bi xwe neke û ji bo kanibe bike nexebite…

Yanî dibê terorî praktîka meriv, gotin û kirina meriv hevdu bigre.

Ezê li vir çend numûneyan bidim.


Ji ber ku Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û klasîkên me yên din bi kurdî nivîsîne û ji me ra bingehê edebiyateke netewî danîne her kurd pesnê wan dide û dibêjin her bijî!

Ji ber ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan derxistiye her kes pesnê wî dide û dibêje her bijî!

Ji ber ku Celaded Bedirxan elîfbeya kurdî çê kiriye û Hawar û Ronahî derxistine her kurd pesnê wî dide û dibêje her bijî!

Ji ber ku Qedrî Can, Cegerxwîn û gelek kesên din ne bi tirkî û erebî, bi kurdî şiîr û çîrok nivîsîn û ziman û edebiyata kurdî bi pêş xistin her kurd pesnê wan dide û dibêje her bijî!

Ji ber ku Erebê Şemo, Qanadê Kurd, Heciyê Cindî û bi sedan kurdên Ermenîstanê ne bi rûsî û bi ermenkî, bi kurdî bi sedan cild nivîsîn, bi hezaran stran û zargotina kurdî top kirin her kes pesnê wan dide û dibêje her bijî!

Welhasilî kelam meriv kane vê lîsteyê pir dirêjtir bike, lê ne hewceye, numûneyên min dan têrê dikin.
 
Mexsed û meramê dilê min hat fêm kirin.

Lê ya balkêş, erê her kes pesnê kesên bi kurdî dinivîsîne dide û dibêje her bijî, lê ew bi xwe kurdî fêr nabe, heger zane kurdiya xwe bi pêş naxe û bi kurdî nanivîse û bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra bi kurdî napeyive. Kurdî nake zimanê xwe yê rojane û esasî. 

Yanî wek wan kesên bi kurdî nivîsîne û ziman û edebiyata kurdî bi pêş xistine, ew jî bi kurdî nanivîsin û ji ziman û edebiyarta gelê xwe ra xizmetê nakin. 

Ji dêlî wê ve, ji vir û ji wir hincetan(bahaneyan)dibînin û dev ji nivîsîna tirkî bernadin.

Ez kesên bi kurdî nizanin ya jî kurdiya wan pir zeîf e didim aliyekî, ew mijareke din e, li vir gazin û rexneya min tenê ji kesên bi kurdî baş zanin, lê belê di medyaya sosyal da bi kurdî nanivîsin, ya jî pir kêm dinivîsin û dev ji tirkî bernadin. 

Bi sedan kurd hene hîn jî çîrokan, romanan, şiîran bi tirkî dinivîsin, gazina min ji wan e, ev rexneya min li wan e. Heger bîr nebirana min gazin nedikir, lê yek jî ne yê şîreta ye, hemû jî merivên zana, munewer, ronakbîr û siyasetmedarên miletê kurd in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE