01 april 2019

Nuha dema muhasebeyê ye



 Roja we bi xêr gelî dost û hevalên ezîz!


Di dawiya dawî da hilbijartinên mehelî qediyan û rojeke nuh dest pê kir. Nuha wexta muhasebeyê ye, dibê her kes kumê xwe deyne ber xwe û muhasebeya hilbijartinan bike.

Her serpêhatî, her ketin û rabûn heger meriv dersekê, îbretekê jê bigre tecrûbeyeke baş e.


Hemû siyasetmedar û partiyên kurd dibê rûnin muhadebeya hilbijartinan bikin.
 
Me di ku da baş û rast kir, di ku da şaş kir? 

Û ji bo ku şaşiyên me kirin em careka din dubare nekin dibê em çi bikin?

Bi baweriya min dibê em dev ji serrastkirina nava mala xelkê berdin, dûzanekê bidin nava mala xwe. 

Em kurd in, welatê me Kurdistan e, lema jî dibê em siyaseteke netewî ya li gorî xwe û welatê xwe bimeşînin.

Em tirkan nekin mezin û serokên xwe û li riyên hevkarî û yekîtiya netewî bigerin. 

Bînfirehî, xweşbînîya em nîşanî çep û îslamîstên tirkan didin dibê em nîşanî hev bidin. Tawîzên em didin tirkan dibê bidin kurdan. Dibê êdî em bibînin azadiya me, serketina me di yekîtiya me ya netewî da ye, di siyaseteke kurd û Kurdistanî û millî da ye. 

dibê em siyaseta kurd û Kurdistanê bi kurdan û bi zimanê kurdî bikin; serokatiya tirkan û zimanê tirkî ewê me bihelîne, bike tirk. Û ji xwe nîvê me heliyane…



XXX
Weleh ji bo min qurişek jî qîmeta kîjan serok û siyasetmedarê tirk çi gotiye teneye. Hîvî dikim qira hev bînin.
Ji bo min ya muhîm em in, kêmasiyên me ne, emê çawa û bikîjan riyê kanibin yekîtiya xwe çê kin û zora van dagirkeran bibin.


Xelasiya me di kurdayetiyê da ye.

Dibê em dev ji partiya Tirkiyê û xelaskirina Tirkiyê berdin û di bin ala partiya kurd û Kurdistanê û nasyonalîzmê da werin ba hev.

Yekîtiya me belkî wan jî mecbûrî guhertinê bike. Heta em bibin dûvikê wan em tiştekî bi ser avê naxin. 

Yê me xelas bike kurdperwerî ye, ev e çîmentoê me bi hev ve bizeliqîne.


XXX
Dibê em kurd bi netîceyên hilbijartinan xwe zêde neqeherînin. AKP bi ser keve jî û têk jî biçe ewê bi hev kevin.
Li Şirnexê û li hin qeza û wîlayetên Kurdistanê yên AKPê girtine bi zor û bi hîlan girtine. AKP nikane li Şirnexê qezenc bike.
Halê wan sibe ewê ji îro xerabtir be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE