13 april 2019

Min tiştek ji vî îşî fêm nekir



Cengoyê biçûk gazinên xwe bi hevala xwe Binefşê kir, got:

-Tu zanî ez tiştekî fêm nakim. Her şev berî xewa min were diya min bi zor dibe min dixe nava nivînan, dibê dereng e gerek tu rakevî. Û serê sibehan jî bi zor min şiyar dike, îcar jî dibêje rabe dereng e. Ma diya te jî wa dike?
Binefşê got:


-Diya min hîn xerabtir e, hema çer kevçî ji devê min dikeve ji ser sifrê bi çepilê min digre û dibêje rabe derenge û dibe min dixe nava nivînan.

Meş
Otoboza belediyê tije bû. Şufêr tim anons dikir, digot:
- Berbî dawiya va bimeşin, berbî dawiyê ve bimeşin...
Rêwiyekî di ber xwe da got:

-Heyran heger me bixwesta em bimeşin em li otobozê siwar nedihatin…

Tûtî
Şêro li Almanyayê li dikana çûkfiroş li ber qefesa tûtîyekî (papaxanekî) rawestiyabû û lê temaşe dikir. Kêfa wî jê ra hat xwest bikire. Ji çûkfiroş pirsî:
-Keko buhayê vî tûtîyî çiqas e?
-300 Euro ye.
-Bi kîjan zimanî dipeyive?
-Bi almanî, fransî, îngilîzî, îspanî.
-Ma bi kurdî jî zane?
-Na bi kurdî nizane.
Şêro tiliya xwe di pozê tûtî da û got:
-Bi Xwedê heyfa vî pozê te yê xweşik!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE