12 april 2019

Li gorî makê golik pakê


Qareqara tirka ye dibêjin efendim li Tirkiyê demokrasî tuneye, efendim em demokrasiyê dixwazin.

Kuro dev ji derewan berdin, heger we demokrasî bixwesta, heger hûn bi rastî aşiqê demokrasiyê bûna we AKP 17 salan nedikir îktîdar û yekî wek Erdogan jî nedikir serokê xwe.


Erdogan tam merivekî layiqî we ye û heta  ji serê we jî zêde ye.
 

Hûn miletekî sexte, ew sexte, hûn tam rastî hev hatine.
Wek we, her tiştê wî jî sexte ye. H
ûn hemû zanin heta bigihîje dîplomaya wî jî sexte ye.

Hûn viya baş zanin. 

Hûn hemû zanin mêrik şahê diza ye.

Lê ev 17 sal in hûn dîsa jî wî didin ser serê xwe.

Çima? 

Ji ber ku li dijî kurda ye, kurdan dipelixîne. Lema we tim raya xwe dayê.

Xawedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne.
Li gorî makê golik pakê. Yanî li gorî miletekî wek we cahil û irqçî mêrik dîsa baş e.

Lê çi heyf em ketine bindestê miletekî wek we kuşpene...

XXX
Mewqî û meqam ya başiya însên ya jî xerabiya wî derdixe ortê. Yanî meqam wek kevirê mîhengê ye, eyarê kê çend e diyar dike. 

Di 17 salên îktîdara îslamîstên tirk da him me kurdan û him jî tirkan û hemû dinyayê dît bê hêzên îslamî merivne çiqasî xerab, virek û bertîlxur in.

XXX
Hilbijartinên 31ê adarê nîşan da Tirkiye, dewleta tirk hebûneke komîk e. Ji bo ku însan bikenin tarîxê miletekî bi navê tirk û welatekî bi navê Tirkiyê çê kir.

Ez tim dibêjim tirk û ereb tunebûna dinya ewê rehettir û xweştir bûya, Ewrûpa îro ew behişt bûya.

XXX
Tirkekî gelkî jîr û biaqil şîret li tirkan kiriye, li ser dîwarekî Stenbolê nivîsîye, ”Destûrê nede hinekên din te bipelixînin, ehlîyetê bigre, tu wan bipelixîne !”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE