05 april 2019

Lê felekê bêwefa yê...


Erê erê dinyayê, qeda û qotik li te ba yê!

Lê felekê bêbextê, bêwefa yê, nizanim çima gunehê te qet lawê bavan nayê...

Gava ez ciwan bûm bi tîr û bi kevan bûm, gava kal bûm notirvanê şikeva hevîr bûm.


Di xortaniya xwe da bi şûr riman nedihatim xwar, sê roj û sê şevan jî bê xew bimama ne xema min bû, li ber telewîzyonê wek pisikan nedibû pixepixa min, dîsa jî wek şêr û pilingan li ser xwe bûm.

Lê nuha li hewa, li ber telewîzyonê di xew ra diherim.

Kalîtî ne sipîbûna rîyê û por e, ne çavên ber xwe nabîne, ne devê kox û pişta xûz tenê ye, meriv li hewa di xew ra jî dihere.

Li ber telewîzyonê wek mirîşkekê serê min ket ber min û di xew ra çûm, xanim ji qata jor nehata ez bi xwe nedihesiyam.

Hemû kal pesnê rojên borî didin, çimkî naxwazin qala sifra hazir bikin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE