06 april 2019

Kurd di medyaya sosyal da ji kîjan parvekirinan hez dikin û ji kîjan parvekirinan hez nakin ?


Di 12 salên min yên blogeriyê û di medyaya sosyal da tiştê min fêm kiriye parvekirinên kurdên bakurê Kurdistanê jê hez dikin hene û yên jê hez nakin û naxwînin hene. 

Parvekirinên kêfa wan jê ra tê û dixwînin bi piranî ev in:

-Risim.
-Pîrozkirina rojbûnan.
-Sersaxîxwestina miriyan.
-Parvekirinên ger û seyranan.
-Şiîr, çîrok.
-Lêkolîn.
-Mîzah, pêkenîn.
-Pîrozkirina kitêban.


Û tiştên jê hez nakin û pê aciz dibin jî ev in:

-Rexnekirina şexsan.
-Rexnekirina partiyan.
-Nivîsên siyasî.
-Nivîsên li ser îslamê û hêzên îslamî.
Bi rexnekirina partiyekê hinek kêfxweş dibin, lê hinek jî hêrs dibin û meriv dijmin îlan dikin. Lema jî rexnekirina partiyan, bi taybetî jî rexnekirina hin hêz û partiyên mezin pir tahlûke ye.

Dibe ku hin tiştên din jî hebin, lê yên hatin bîra min ev in.

Netîce, meriv kane bibêje kurdên bakur ji dîskursên siyasî, ji şer û teşxelê, ji rexneyên bêfeyde û gelek caran jî bi zirar aciz bûne û naxwînin. Ji dêlî wê, nivîsên edebî, henek, risim, şiîr û tiştên ne siyasî û ”bêzirar” tercîh dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE