29 april 2019

Ji muswedeyên Erdogan tiştekî baş sadir nabe


Ev demeke hin heval û hevriyên Erdogan yên kevn ji Erdogan gazinan dikin, ji vir û ji wir rexne dikin. 

Li gorî hin îdîayan hin kes, çend parlamenter ewê ji AKPê veqetin û partiyeke nuh ava bikin.

Bi qasî misqalekî jî ferq di nabêna kesên navên wan tên gotin û Erdogan da tuneye, Erdogan bi alîkariya wan kanîbû hewqas tişt bike û were vê nuxteyê. 

Li Tirkiyê yê îflas kiriye ne siyaseta Erdogan tenê ye, îslamîzim e, îdeolojiya îslamî ye. Divê civat pêsîra xwe ji vê îseolojiya antî demokratîk, ne medenî û neînsanî xelas bike.


Îslamîstan li Îranê, li Afganîstanê, li Misrê, li Îraqê, li Sûriyê, li Yemenê û Lîbyayê çi kirin, li Tirkiyê jî eynî tiştî dikin.

Heger tirik dixwazin ji dîktatoriyê xelas bibin û Tirkiye bibe welatekî demokratîk ,ne ji Erdogan tenê, dibê ji îslamîstan xelas bibin, dibê hêzên îslamî, îdeolojiya îslamî têk biçe.

Li Îranê Xumeynî çû lê dawî li rejîma îslamî ya faşîst nehat, demokrasî nehat Îranê. 

Li Tirkiyê Erdogan here Gul û Davutoglu were eynî tişt e, tu ferqa Davutoglu, Gul û Erdogan tuneye.

Dibê hemû tirk viya baş bizanin û bi kopyeyên Erdogan yên berê hatine ceribandin wexta xwe derbas nekin. Yên Erdogan kirin Erdogan Davutoglu ye, Gul e û yên îro gazinan jê dikin.  

Heger tirk dixwazin demokrasî were Tirkiyê dibê tevgera îslamî gorr bikin û mafê kurdan yên netewî qebûl bikin. 

Ji bo me kurdan ji xwe hêviya ji kesên wek Davutolglu û Gul şermeke mezin e. Dibê em wexta xwe bidin avakarina yekîtiye netewî.

XXX
Çêyî jî û xerabî jî, camêrî û egîdî jî, pîsî û namerdî jî ji alî civatê tu carî nayê jibîrkirin. Însan nedin ruyê meriv jî kes kê çi kiriye ji bîr nake. Hemû însan ne bêhafize ne.

Yên îro ji bo çend qurişan bûne zilamên dewleta dagirker û neyartiya gelê xwe dikin, sibe ewê rûreş bibin û nikanibin li ruyê kesî binêrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE