23 april 2019

Ji bo çi ez li dijî zewaca bi faris, ereb û tirkan ra me ?


Ji xortaniya xwe da ye ez merivekî nasyonalîst bûm û li dijî zewaca bi tirkan ra bûm. Ez çima wiha bûbûm ez nizanim, lê axirê ez li dijî zewaca bi tirkan ra bûm.

Min ji nas û hevalan ra digot gerek em kurd bi tirkan ra nezewicin.

 
Hevalên min nas dikin viya zanin.

Û dema ez hatim salên xwe yê berzewaciyê jî min got dibê ez bi keçeka kurd ra bizewicim.
   
Ez hinekî din jî bi pêş da çûm, min got dibê ew keç ne bajarî, gundî be û bi tirkî jî nizanibe.
 
Û min piçek jî popolîzim dikir û digort dibê ”bîna sergîna ji destên wê were.”

Û min wer jî kir. 

Di sala 1975a da ez bi keçeke kurd, gotinek jî bi tirkî nizanîbû û bîna sergîna ji destê wê dihat ra zewicîm.

Rast, şaş e, kî çi dibêje ew meseleyeke din e, lê di salên 1980î da min digot yên bi tirkan ra zewicîne jî dibê hev û du berdin.

Di sala 1980î da dema ez hatim Swêd ez her li ser vê baweriya xwe bûm. Hin hevalên me bi keçên swîdî ra diman, min ji wan ra pesnê keçên kurd dida û digot dibê hûn dev ji keçên biyanî berdin û bi keçên kurd ra bizewicin û ji xwe ra kêf û rehet bikin.

Wê demê jî hevalan ev dîtina min rast nedidîtin û nuha jî gelek kes kanin vê dîtina min pir şaş bibînin û rexne bikin. 

Hurmeta min ji fikrên cuda ra heye, lê rast, çewt fikrê minê di vî warî da ev e, ez wiha difikirim û di jiyana xwe da jî min ev yek praktîze kir.

Çima ez wiha difikirm ez bibêjim.

Bi baweriya min nuha ne dema em kurd bi tirk, ereb û farisan ra bizewicin. 

Çimkî em kurd bindest in û faris, ereb û tirk jî serdest in.
 
Zewaca serdestan û bindstan, ya koleyan û xwediyên koleyan di netîceya evîneke platonîk da be jî bi baweriya min ne zewaceke du kesên tayên hev, wek hev, muadilên hev in.

Ez viya ji bo miletên din nabêjim, bêyî faris, ereb û tirkan kurd bi kê ra dizewicin serbest in. Min ev temî li zarokên xwe jî kiriye, gurra min dikin nakin, ew bi kêfa xwe ne.

Di jiyanê da hin kêliyên, bîstikên wiha hene meriv dixwaze li hemberî zulma dijminê xwe(Tirkiyê,
Îranê, Sûriyê, Îraqê) îsyan bike, xebereke xweş jê ra bide, dilê xwe lê rehet bike.

Lê dema pîreka te ya jî peyê te tirk, erb û faris be, ew kes çiqasî kamil û demokrat be jî nabe meriv her gotinê li ber bibêje. Yanî meriv nikane di mala xwe da jî ji dijminê xwe ra xeberekê bide, dilê xwe lê rehet bike.

Lema jî ez dibêjim nuha ne wexta em bi faris, tirk û ereban ra bizewicin, kînga em azad bûn, kînga em ji bindestiya wan derketin a wê demê meriv kane rişma serê dilê xwe berde û bibe dildarê keçeka, faris, ereb û tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE