08 april 2019

Îslamîstan li welatên din çi kirin li Tirkiyê jî eynî tiştî dikin


Tevgerên îslamî, hêzên îslamî li kîjan welatî xurt bûbin wî welatî bela xwe dîtiye û di dawiyê da tûşî gelşên mezin û şerê hundur bûye. 

Numûneya herî dawî Tirkiye ye. Tirkiyê jî bela xwe dîtiye, Xwedayê tirkan jî were nikane îktîdarê bi rehetî ji Erdogan û îslamiyan bigire.

Ji sala 2002a, ji roja AKP hatiye ser hukim û vir da ye ez vê fikra xwe dubare dikim.


Ez tim dibêjim meriv kane şerê îdeolojiyên siyasî-kîjan îdeolojî dibe bira bibe- bike, lê şerê dîn û Xwedê nabe, zor e, dawiya wê felaket e.  

Îslamîzim jî bi qasî faşîzmê xerab e û dijminê demokrasiyê û wekheviyê ye û bi qasî faşîzmê irqçî û îdeolojiyeke totalîter e...

XXX
Erdogan îşareta qebûlnekirina hilbijartinên Stenbolê daye û gotiye, ”Bêhawetî(bêusûlî) ne yek û dudu ne, hema hema hemû bêhawe, bêusîl e. Mafê kesî tuneye bi 13-14 hezar ferq bibêje min qezenc kiriye..."

Sosireta giran, mêrik 13-14 hezar ray ferq qebûl nake. 
Ev jî tê maneya Erdogan emrê betalkirina hilbijartinan daye. Dixwaze dubare bike. Û ewê bike jî.

Heger hilbijartinên Stenbolê dubare bibe, CHP ji sedî 99ê rayan bigre jî sedîsed AKPyê qezen bike.

Ji xwe sebebê betalkirinê ev e. Lema jî heger CHP dubarekirina hilbijartinan qebûl bike heb xwar. Lema jî dibê CHP dubarekirina hilbijartinan qebûl neke.



Serokê Heyeta Bilind ya Hilbijartinan Sadî Guven heger ne merivekî bêşexsîyet bûya ewê îstîfa bikira û bigota heyra ev kar ji min ra nelazim e.

Çimkî def di hustuyê wî da û qolik di destê Erdogan da ye, Erdogan çawa bixwaze wer lêdixe. Guven bi xwe gavanê golika ye.

XXX
Mûradhan Mûngan di wext û zemanekî da li ser Tirkiyê gotineke wecîzane serf kiriye, gotiye:

”Li Tirkiyê hûn kanin bibin her tişt, lê belê hûn nikanin bibin rezîl !”

Bi rastî jî li Tikriyê însan çi bikin jî rezîl nabin.

Tu peyv ji viya xweştir nikane Tirkiyê û tirkan tarîf bike. 

Ji ber tiştên îro li Tirkiyê dibin kûçik bi kûçiktiya xwe pûrta xwe diweşîne, lê qet ne xema kesên Tirkiyê îdare dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE