13 april 2019

Hûn çawa kanin bi diyaka xwe ra bi tirkî hesbihal bibin?


Rahmetiyên dayikên me gelek kesan bi tirkî nizanîbûn. Bi me ra bi kurdî dipeyivîn.

Em bi kurdî mezin kirin.

Dema em zarok bûn destên xwe di serê me didan, digotin "ez bi dorê, ez bi qurban..."

Lê nuha gava dibînim hin kes bi wan dayikên gorbehişt ra bi tirkî hesbihal dibin, methîyeyan ji wan ra bi tirkî dinivîsin pir xemgîn dibim û li ser navê wan şerm dikim.

Wek kurdekî çawa meriv kane ji dayika xwe ra bi tirkî binivîse, kul û derdên xwe, hesreta dilê xwe bi tirkî jê ra bibêje ez fêm nakim !

Ew bi xwe asîmîle bûne, dixwazin dayikên xwe jî di goran da asîmîle bikin.

Ji derdê kurdên wiha ez merezarî bûme.

XXX
Min di derekê da xwend. Li Tirkiyê yekî ataîst sirf ji bo ku sond nexwariye nikanîbûye bibe tuxtur. Şeş salan tib xwendiye nuha li ser erebokê sêv û pûrtuqalan û manadalîna difroşe. Vira Tirkiye, welatê tirka ye, kes nizane ewê çi bibe qismetê meriv.

XXX
Qareqara tirka ye dibêjin efendim li Tirkiyê demokrasî tuneye, em demokrasiyê dixwazin.

Kuro dev ji derewan berdin, heger we demokrasî bixwesta, heger hûn bi rastî aşiqê demokrasiyê bûna we AKP 17 salan nedikir îktîdar û yekî wek Erdogan jî nedikir serokê xwe.

Erdogan tam layiqî we ye û ji serê we jî zêde ye.
Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne.
Lê çi heyf em ketine bindestê miletekî wek we kuşpene...

XXX
Hilbijartinên 31ê adarê nîşan da Tirkiye, dewleta tirk hebûneke komîk e. Ji bo ku însan bikenin tarîxê miletekî bi navê tirk û welatekî bi navê Tirkiyê çê kir.

Ez tim dibêjim tirk û ereb tunebûna dinya ewê rehettir û xweştir bûya, Ewrûpa îro ewé behişt bûya.

XXX
Tirkekî gelkî jîr û biaqil şîret li tirkan kiriye, li ser dîwarekî Stenbolê nivîsîye, ”Destûrê nede hinekên din te bipelixînin, ehlîyetê bigre, tu wan bipelixîne !”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE