12 april 2019

Hikûmet dixwaze muxtariyê jî li kurdan yasax bike


Hikûmeta AKPê haziriya guhertina qanûna belediyan dike. Hukûmet dixwaze bi vê riyê desthilata belediyan ji ortê rake. 

Helbet armanca wan belediyan ji dest kurdan derxin û wan jî bikin wek dahîreyeke dewletê.

Li gorî plana hikûmetê hazir kiriye, desthilatên serokên belediyan ewê wek nuha nemîne, serok ewê bibin wek mamûrên dewletê, ji bo ku proje û karên dewletê taqîb bikin.


Li gorî Rûdawî nivîsîye qanûna hikûmetê hazir kiriye bi wiha ye:

-Serokê belediyê ewê nebe serokê meclîsa belediyê
- Encûmenên belediyan û mixtar namînin.
-Serokê belediyê ewê wek sembolîk bimîne, lê belê ewê tu selahiyeteke wî tunebe. 
- Belediye ewê girêdayî serokkomar bin û serokên belediyan jî ewê li gorî emrê serokkomar hereket bikin.
- Serokkomar kînga bixwaze ewê kanibe qeyûman tayin bike.

Yanî ji bo kurd li welatê xwe nebin xwedî deshilat û welatê xwe îdare nekin ewê her tiştî, yên tên bîra me û yên nayên bîra me bikin. 

Bi gotineke din ewê nehêlin kurd bibin muxtar jî. Armanca wan kurdan tam bikin koleyên xwe.

Kurdistan kolonî ye, lema jî kolonyalîst ewê bixwazin welatê me wek koloniyekê îdare bikin.

Di vê rewşê da dibê em êdî nebin aletê vê sîstema hêzên dagirker û meşrûtîyê nedin wan. 

Ev sîstema tê hazirkirin ji faşîzmê û apartheidê jî wêdatir e. Heger qanûnek wiha derket dibê em beşdarî hilbijartinan nebin, red û boykot bikin.

Dibê em nebin mamûr û emirberên dagirkerên xwe. Ev sîstem ewê me û wan baş ji hev bigerîne. Êdî li ber me bêyê serxwebûnê tu riyeke din namîne.

Yanî tedbîrên wan me bêtir şiyar dike û dixe ser riya serxwebûnê. Bi vê qanûna qala wê tê kirin baş xuya dibe dewlet dixwaze me wek mile tji ortê rake. Lema benê di gewriya me da hewqasî dijidîne, ji bo ku me zû bifetisîne.

Esas li tikriyê êdî meclîs, belediye, mahkime hemû belesebeb in, dibê hemû werin rakirin, serokkomar tenê têrê dike. Û ji xwe di praktîkê da wer jî bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE