04 april 2019

Heger piştgiriya HDPê şaş e ya AKPê kufir e !


Şaşdîtina siyaseta HDPê dibê nebe sebebê hevaltiya AKPê û dewletê.

Heger HDP ji bo ku ne Kurdistanî ye û siyaseteke netewî naparêze tê rexnekirin, 
AKP hêzeke dagirker e, partiyeke sedîsed neyarê kurda ye, dibê ew  jî neyê parastin û piştgiriya wê jî neyê kirin.

Heger hevaltiya, piştgiriya HDPê şaş e, ya AKPê tew kufir e, hevalbendiye dijmin e.

Yê welatparêz be û li dijî kemalîzmê be ji ber şaşiyên HDPê nabe hevalê AKPê; piştgiriya AKPê neyartiya kurdayetiyê ye, piştgiriya dagirkeriya Kurdistanê ye.

Kes nikane AKPê û HDPê bike du partiyên wek hev, heger bike jî şaş e, demogajî û bêûjdanî ye. 

HDP partiyeke Tirkiyê ye, serê wê ne kurd û Kurdistanî ye, siyaseta wê ne siyaseteke netewî ye, ev rast e. Dibê meriv vê yekê bibêje û rexne bike.

Lê kîtleya HDPê kurd e û azadiya kurd û Kurdistanê dixwaze, ne kîtleyeke li dijî azadiya kurda ye.

Serê AKPê, kîtleya AKPê antî-kurd e, azadîya kurdan naxwaze, dixwaze kurd tim bindest bin û bibin tirk.

Lê HDP ne wiha ye, belavocî wê hêzeke li dijî dagirkeriyê ye, hêzeke kurd û Kurdistanî ye.

Em ne bi kîtleya AKPê, bi kîtleya HDPê şerê hêzên dagirker dikin. 

Em ne bi kîtleya AKPê, bi kîtleya HDPê micadelê ji bo kurd û Kurdistanê didin.

HDPê rexne bikin, ez jî dikim, ez jî gelkî li dijî serokatî û siyaseta HDPê me û dibêjim gerek kurd piştgiriya vê siyaseta wê nekin.

Lê dibê meriv nebêje HDP û AKP yek in, ya jî di nabêna wan da tu ferq nîne.

Dibê meriv kîtleya HDPê ji bin kontrola van çepên tirk derxe û bike partiyeke Kurdistanî û xwedî siyasetke netewî. Dibê meriv ji bo vê bixebite.

Lê HDP partiyeke tirk be jî wek AKPê, MHPê û CHPê ne neyarê kurd û Kurdistanê ye, hêzeke kurd e, partiyeke dost e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE