24 april 2019

Heger Ewrûpayê bixwesta nuha li Îranê û li Tirkiyê du rejîmên îslamî tunebûn


Dinya hîn ji rejîma Xumeynî xelas nebûye, Ewrûpiyan Xumeynîyekî duyem, Erdogan bera bedena xwe dan, kirin bela serê xwe û serê dinyayê.

Ewrûpiyan Xumeynî anîn ser hukim. Heger bixwestana kanîbûn Xumeynî ji ortê rakirana.
 
Lê nekirin. 

Xumeynî bi salan li Fransayê li ser xwe bêslî(xwedî) kirin û dû ra jî rojekê li balafirê siwar kirin û şandin Îranê.


23 salan piştî Xumeynî, di sala 2002a da îcar jî hîştin Erdoganê îslamîst li Tirkiyê were ser hukim.

Tahlûkeya  Erdogan ewê bibe Xumeyniyê duyem û gelkî serê wan biêşîne nedîtin. Ew wek şervanê azadiyan û demokrasiyê dîtin û piştgirî danî, nehîştin leşker zora wî bibin.

Wek Xumeynî, Erdogan jî ji ber nezanî û korfahmiya ewrûpiyan û Amerîkayê hukim girt destê xwe û gav bi gav bû Xemuynîyekî duyem.

Heger Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîkayê piştgirî neda Erdogan, ne mimkûn bû AKPê kanîbûya zora leşker û kemalîstan bibira. 

Bi xêra Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîkayê Erdogan kanîbû zora leşkeran bibe û rejîma xwe ya îslamî û dîktatoriya xwe tesîs bike.

Bêguman kemalîslîst xerab bûn, lê belê hêzek, rejîmeke îslamî dibê tu carî nebûya alternatîfa wan. Çimkî ejîma Erdogan, îdeolojiya Erdogan di her warî da ji ya kemalîstan xerabtir e.

Tirkiyeya 20 sal, 30 sal berê di warê ”azadî û demokrasiyê” da ji ya îro gelkî baştir bû, îro her kes dibêje heft xwezî bi dema Kenan Evren.

Rejîma herî dîktator û xerab jî ji rejîmeke îslamî baştir e. Meriv kane şerê dîktatoran, şerê leşkeran û şerê îdeolojiyên beşerî bike, lê belê şerê dîn, Xwedê û îdeolojiya asîmanan nabe. 

Dema AKP hat ser hukim min ev dîtinên xwe wê demê jî dubare kir, wê demê jî ez li dijî îktîdara AKPê bûm û min digot dîndar, îslamîst li ku hatine ser hukim, ew welat têk birine, kirine cahnime.

Xumeynî çawa Îran kir zindaneke îslamî, Telîbanan çawa Afganîstan kirin cehnimeyeke rastîn, Erdogan jî Tirkye li kurdan û li hemû mixalifên xwe kiriye zindan, kes nikane bîna xwe bigre.

Lê rejîma Erdogan ji bo hemû cîranên Tirkiyê, ji bo Balkanan û hemû Ewrûpayê jî îro bûye tahlûkeya herî mezin.

Tirkiye ji Asyayê, Afrîkayêbi milyona koçberan tom dike û rê dike ser Ewrûpayê, bi vê riyê li Ewrûpayê bêîstîkrariyê peyda dike.

Bi kurtî Erdogan him kurd û tirk xapand û him jî Ewrûpa û Amerîka û bi alîkariya wan bû îktîdar.
 
Mêrik bi hostatiyeke mezin Ewrûpa, kurd û tirkên lîberal tim bi eskeran tirsand, tim got, ”esker hatin, esker hatin” û bi vê riyê cî da nigê xwe û hemû mixalifên xwe tasfîye kirin. 

Nuha jî li herêmê bûye Xumeyniyê duyem, Îran û Afganîstan ne bes bû, Tirkiye jî li wan zêde bû.

Lê wek min li jor got, di viya da sûcê mezin yê Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê ye, dibê ji Xumeynî ders û îbret girtibûna, dibê piştgirî nedabûna yekî wek Erdogan. Nuha jî ji Îranê bêtir li serê wan bûye bela. Him jî belayeke ji Îranê gelkî mezintir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE