02 april 2019

Gelo sebebê wendakirina HDPê li Şernexê "xendek" ?


Hin kes wendakirina HDPê li Şernexê bi ”xendekan” ve girê didin. Ev ne analîzeke rast e. Heger sebebê qezencnekirina HDPê ”xendek” be, dibê AKPê jî qezenc nekira.

Çimkî di wêrankirina Şernexê da, di qetilkirina bi sedan keç û xortên kurd da sûcê AKPê sed qatî ji yê HDPê zêdetir e.

Heger şernexiyan ji ber "xendekan" HDP ceza kiribe, dibê AKP jî ceza bikira. Ji ber ku AKPê jî bi tank û topan Şernex da wêrankirin. 


Ji ber ku yek bûye sebebê qetlîamekê, wêrankirina bajarekî û xelkê ew ceza kiribe, dibê ew xelk qatil jî, yê bajar xera kiribe jî ceza bike. 

Yanî heger xelkê li Şernexê û li derên din HDP ji ber siyaseta xendekan û şerê nava bajaran ceza kiribe, dibê xelkê hêza, partiya bajarên wan wêran kirin jî ceza bikira, rayên xwe nedana AKPê jî.

Ma di wêrankirina Şernexê û bajarên din da sûcê hukûmeta AKPê, serokê AKPê bi qasî HDPê tuneye?

Ya din jî li her dera "xendek" çê bûn rayên HDPê kêm nebû. Û li hin bajarên şer û "xendek" lê çênebûn jî HDPê wenda kir. Li Kurdistanê di hilbijartinên belediyan da tim rola faktorên mehelî pir mezin e.

Ez nabêjim xendek rast bû. ”Xendek” şaş bû, dibê nekirana û HDPê jî nikanîbû rê li ber bigirta.

Lê sebebê serketina AKPê li Şernexê û li hin derên din ji ”xendekan” bêtir, girêdayî namzedên HDPê, şertên mehelî û terora dewletê ye. Li tu dereke Kurdistanê hilbijartin bi şiklekî demokratîk û di atmosfereke azad da çênebû, li her derê hîle, sextekarî û terora dewletê hebû û li ser netîceyan tesîreke mezin kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE