14 april 2019

Gelek spas ji bo vê xebeta hêja !



Şevê çûnî em û çend dost û heval mîvanên Mahmûd Lewendî û Muzeyen xanimê bûn. Me bi hev ra şeveke xweş derbas kir. 

Mistefa Bîlge jî bi gîtar û stranên xwe şeva me geş kir û çend saetên xweş bi me da jiyandin. Mala mazûbanan ava be, xwe gelkî westandibûn.

Lê min ne tenê şeveke xweş derbas kir, ez hinekî din jî li karê derketim. Min kitêba li ser jiyana Muhterem Bîçîmlî "Mêrxas Hebûn Hevalo" jî li kitêbxaneya xwe zêde kir.

Faris Medenî Marsîl kitêba xwe ya dawî ”Muhterem Bîçîmlî Mêrxas Hebûn Hevalo” îmze kiribû û li wir da min.



Kitêb ji alî weşanxaneya Nas ve hatiye weşandin. Ezê îşev dest bi xwendina wê bikim.

Muhterem Bîçîmlî kurdperwerekî gelkî hêja bû, di qezayeke trafîkê ya bêyom da(21/6-78) çû rahmetê. Bi vê xebata xwe Faris Medenî Marsîl karekî pir baş kiriye. Ez wî pîroz dikim.


Û surprîzeke din ya herî xweş jî li mala mazûbanê min du şûşe şerabên bi navê Kurdistanê hebûn.

 Min nebihîstibû şerabeke bi navê Kurdistanê heye. Min pir jê hez kir û ev risim li ber wan girt.

Li gorî Mahmûd Lewendî got, aşxaneya Dîlanê di sala 2006a da ev şerab li Bordeauxê temî kiriye
Lê destê me lê negeriya em vekin û vexwin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE