19 april 2019

Gayê ehmeq kêra qesêb dialêse



Kurdê nezan kêmaqil, ehmeq ji neyarê xwe hez dike, wî wek dostê xwe û serokê xwe dibîne, raya xwe dide neyarê xwe yê hebûna wî û welatê wî înkar dike û dixwaze koka wî biqelîne.

Kurdê kêmaqil li welatê xwe dibe berdivk û nûnerê dagirkerê xwe. Ji dêlî ku ji bo azadiya gelê xwe bixebite, bindestiyê diparêze, meth û sena dagirkeran û koletiya wan dide. Dibêje bêdewletî û bindestiya tirkan baş e.

Ji dêlî bibe xwediyê welatê xwe, dixwaze bindest û êsîrê tirkan bimîne, ji vî halê xwe qet aciz nabe.


Tu bêexlaqiyeke ji hevalbendiya bi dijmin ra, bi dagirkerê welatê xwe ra pîstir û rezîltir tuneye.

XXX
Împarator Napolyon, generalê xwest wî bikuje da mahkimê û ji hakim ra jî xeber şand, got:

”Tu wî ceza bike, ezê wî efû bikim!”

Hakimê serokê mahkimê bersîveke dîrokî da Napolyon:

”Tu yê wî efû bikî, baş e le kî yê min efû bike?”

Heta nuha ji tirkan hakimekî wiha derneketiye. Heger li Tirkiyê hakimekî wiha hebûya û kanîbûya bersîveke wiha bida Erdogan îro ewê Selhedîn Demirtaş û bi hezaran kurd ne di zandanan da bûna.

XXX
Heger mehmetcik û çeteyên îslamî yên Tirkiyê, pasdarên Îranê û Daîşa ereban hebin, yê me jî pêşmerge, gerîlla û çiyayên me hene.

Heta pêşmerge, gerîlla û çiyayên me hebin kes nikane pişta me bigihîne erdê. Van çiyan tu carî em şermezar û fedîkar nekirine û ewê nekin jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE