20 april 2019

Fotograf û xeyal

Stockholm, orta salên 1990î

Rismên min ên zaroktiyê qet tunene. Min gelkî dixwest çend rismên min ên zaroktiyê hebûna û min bidîta ez zarokekî çawa bûm. 

Lê mixabin yek jî tuneye. 

Heger hebin jî wenda bûne. Çimkî li ba me kurdan şiûra arşîvkirinê sifir e.


Ji ber ku ez neçûme dibistanê rismên min ên dibistanê jî tunene. Di vir da jî min wenda kiriye.

Stocholm, 1981
Ji milê çepê: Abid Dundar, Eledînê farqînî, Amed Tîgrîs, Keya Îzol
Ez û  Hemîdo Çelîker

Dema ez li Wêranşarê bûm, di xortaniya min da wek nuha kamareya her kesî tunebû. Telefonên destan tunebûn. 

Lema rismên min ên xortaniyê jî tunene.
 
Di dawiya salên 1960î û di destpêka 1970î da kamera hin hevalên min, Eyûb Seyrek, Necatî Duygu û Mehmet Kuçuk çê bû. Bi xêra wan 4-5 rismên min hene.

Stenbol 1969
Ji milê çepê Xelîlê Rihayî, ez û Alî, yekî tirk e

Çennd rismên min ên eskeriyê hebûn, lê çi bûn ez nizanim. Li ba min tunene, heger li ba diya min hebin ez nizanim.

Di salên 1980î da piştî ez hatim Ewrûpayê ez bûm xwedî kamare û dû ra hêdî hêdî rismên min jî çê bûn. Nuha bahrek rismên min hene.
Stockholm, sibara 1987

Wek şexs ez ji wênegirtinê hez dikim, lê baş jê fêm nakim. Ez çend caran fikirîm herim qursekê lê wer nebû qismet.

Stenbol 2014

Çend roj berê di arşîva xwe ya risman da rastî çend rismên xwe yên salên 1970 û 1980î hatim. Çend sal berê min hemû fotografên li ba xwe scana kirin. Nuha him fizîkî û him jî di kompîtorê da hene.
 
Stockholm, 1987

Ez dixwazim îro wan wek nostaljîyekê bi w era pareve bikim.

Di jiyanê da meriv digere, dihere welatan, cî, war û mekanên nuh dibîne û gelekê caran dibe heyranê xweşikiya derên û tiştên meriv dîtine. 

Lê heta meriv rismê wan cî û waran, wan tiştan negre her tişt xeyal e, meriv nikane bibêjê meriv tiştek dîtiye.

Wêranşar, 1976.

Wênegirtin dîtinê ye, şiklekî hiskirinê ye, şiklekî temasê ye, hezkirineke cuda ye. Tiştê meriv di fîlm da diqefêle, qefaltineke ebedî ye. Dema te her tiştê te dîtin û tu jiyayî ji bîr kir, ewê wan bîne bîra te, ji nuh ve raxe ber çavên te. A ev temaşekirin hestekî pir xweş e, hafiza meriv tev ra dike û dilê meriv jî bextewar dike.

Stockholm 1998

Hin tişt, hin dîmen, hin sahne hene heger meriv ew risim negirta, kesî ewê ew nedîta, bi xêra wênegirtinê hinekên din jî bi te ra digerin û cî û waran dibînin. Ez jî dixwazim bi parvekirina van çend fotografên xwe we jî bi xwe ra bibim wan cî û waran.

Kitêbxaneya Medya 2014

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE