22 april 2019

Ev êrîş hîn nîna ye...



Li qeza Anqerê li Çubuqê di merasima cenazeyê leşkerê li Çelê hatibû kuştin çend kesan êrîşî serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê tirkê ji Xoresanê kirin û xwestin wî lînc bikin.

Gava meriv li beyan û şêla berpirsiyarên hukûmetê dinêre fenak ku ev êrîş bi dilê wan be.

Ji xwe kes negirtin. Heger kurdan tiştekî wiha kiribûna nuha bi sedan kes girtibûn

Mêrik bi heft qalib sabûn xwe ji kurdayetiyê şuşt,mêrik xwe kir tirkekî xoresanî û bû nasyonalîstekî tirk û bi îşareta gurê boz jî xwest samîmîyeta xwe nîşan bide, lê dilê tirkan dîsa jî lê rûnane, dîsa bela xwe jê venakin.

Tirk dibêjin heramzade be jî em efû nakin…

Dibê em kurd nekevin nabêna wan, ew yên hev in, îro li hev dixin, sibe ewê li hev werin. 

Bêguman em ne hevalên êrîşkaran û zulmê ne û rêşê jî rast nabînin, şermezar dikin, lê em ne berdevkê kesî ne jî. Çi dikin ew ji xwe ra zanin.

Dibê hemû tirk fêm bikin heta mafê kurdan yê netewî neyê dayin rehetî ji Kiliçdarogluyê xoresanî û nasyonalîst ra jî tuneye.

XXX
Alman dibêjin çav bi xwe, guh bi xelkê bawer dikin.
Bi ya min jî dibê meriv zêde guh nede paşgotiniyên xelkê, ji her tiştê bihîst, bi ber guhê meriv ket bawer neke. 

Li vê dinyayê virek ji rastgoyan, derew ji rastiyan pirtir in.
Meriv nexape baş e.
Dû ra meriv pê diqehere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE