18 april 2019

Ereb û misilman li Ewrûpayê jî rehetiyê nadin cihûyan


Li seranserê Ewrûpayê antîsemîtîzim zêde dibe. Li Fransayê antîsemîtîzim di sala 2018a da li gorî sala 2017a ji sedî 74 zêde bûye. Li Swêd jî eynî tişt e û heta xerabtir e jî.

Li Ewrûpayê her ku ereb û misilman zêde dibin, antîsemîtizim jî pê ra zêde dibe, jiyan li cihûyan dibe zindan. 
 
Li gorî ankêta Expo (rêxistineke swêdî ya li dijî rasîzmê û neyartiya xerîba ye) ya 2018a li Swêd ji her deh cihûyan nehê wan di nava tirsê da dijîn û dibêjin di van salên dawî da antîsemîtizim pir zêde bûye.

Li Fransayê û li Swêd êdî bekçî li ber sînagogên cihûyan nobetê digrin, cihû di bin ewlekariya bekçiyan da ayina xwe dikin. 

Ez bawer dikim ev yek li welatên Ewrûpa yên din jî wisa ye.

Li Swêd gelek cihû dibêjin ji tirsa ewê tiştek were serê wan newêrin herin sînanogê. 

Li Swêd cihûyek newêre sîmboleke cihûtiyê û Îsraîl bi xwe ve ke. Ji tirsa ereb û misilmanan naxwaze were zanîn ew cihû ye. 

Misilman gelekê caran antîsemîtîzmê di bin xêliya "antî sîyonîzmê" da dikin. Lê vir e, her ereb, tirk û piraniya misilmanan bi kultura neyartiya cihûyan mezin dibe. 

Çawa kurd newêrin li Tikriyê û li gelek bajarên Kurdistanê rozeteke ala kurdî, nîşaneke, semboleke kurdayetiyê bi xwe ve kin, li Swêd jî cihû newêrin. Musilman wan zivêr (nerehet) dikin, bela xwe di wan didin, heqaretê li wan dikin.

Li gorî lêkolîna Expo ya 2018a li Swêd rewşa cihûyan gelkî xerab e, hemû cihû di nava tirseke mezin de ne.

Ji sedî 35ê cihûyên Swêd ji tirsa ruhê xwe û zarokên xwe difikirin koçî Îsraîl bikin.

Musilmanan çawa cihû, ermenî, xiristiyan li welatên xwe nehîştin, paqij kirin, nuha jî li Eweûpayê eynî tiştî dikin. Li her welatê, bajarê ereb û misilman lê zêde dibin, jiyan li cihûyan dibe zindan.
 
Lê rewşa kurdan jî ne baş e, kurd jî bi qasî cihûyan di devê topa tirk, ereb û misilmanan da ne.

Li her dera Ewrûpayê du etnîsîte, du qewm di bin êrîşa ereb, tirk û misilmanan da ne; cihû û kurd.

Her kes hebûna antîsemîtîzmê qebûê dike, dibîje erê antîsemîtîzim heye. Lê kes qala hebûna antîkurdîzmê nake. 

Bi baweriya min di nava ereb, tirk û misilmanan da neyartiya kurdan jî ji ya cihûyan ne kêmtir e, lê ji ber ku em miletekî bêxwedî n ekes qala vê yekê nake. 

Berê jî min du sê caran qala vê meselê kir. Bi baweriya min li Ewrûpayê kurd jî bi qasî cihûyan di bin zext û êrîşa tirk, ereb û misilmanan da ne. 

Lê em kurd viya nabînin û bi dengekî bilind nabêjin. Cihû dibêjin. Dibê em jî bi dengekî bilind qala antîkurdîzmê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE