11 april 2019

Dîktatorekî din ket !





Dawiya dawî leşkeran li Sûdanê dest danîn ser hukim û dîktator Omer El Beşîrê ji ber qetlîama Darfûrê û sûcê li dijî mirovahiyê lê dihat gerandin girtin.

Mahkima Navnetewî ya Cezayê di sala 2009a da ji ber qetlîma Darfûrê û sûcê li hemberî mirovahiyê emrê girtina Omer El Beşîr da, lê heta nuha nehatibû girtin.
 
Wezîrê Parastinê yê Sûdanê Ewad bin Ewf gotiye leşkeran dest daniye ser hukûmetê û serokkomariyê û Omer El Beşîr jî li derekê girtî ye. 

Tiştê bûye darbeyeke leşkerî ye. Lê Omer El Beşîr guh neda daxwazên xelkê û meş û protestoyên mehan. Gelek însan hatin kuştin. Di dawiyê da leşkeran got em piştgiriyê didin protestoyên gel.

Leşker ewê îktîdarê dewrî siwîlan bikin y ana di rojên pêş da ewê xuya bibe. Lê ketina dîktatorekî wel Omer El Beşîr baş e.

Bi îhtîmaleke mezin di rojên pêş  da ewê wî teslîmî Mahkima Laheyê bikin. Hêvî dikim xelas nebe. 

Omer El Beşîr dîktatorekî destbixwîn e, gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirine û ev 30 sal in li ser hukim e.  Hêvî dikim sûcên kirine jê ra nemîne û vî qatilê destbixwîn bêceza nehêlin.

Li dinyayê du dostên  Omer El Beşîr hene, yek Pûtîn û yê din jî Erdogan e. Erdogan qet nedixwest dostê xwe vi vî halî da bibîne. Bibê nebê ketina El Beşîr nuha Erdogan gelkî tirsan.

Qet diyar nabe, tiştê îro hat serê Omer El Beşîr, sibe kane were serê Erdogan jî; ew jî rojekê kane ji ber sûcên li dijî mirovahiyê were girtin û mahkimekirin. Yanî surprîzên dinyayê pir in…
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE