16 april 2019

Dibê em hewqasî rehet neyên lîstika dijminê xwe !


Ev demeke di medyaya sosyal da li ser navê PDKê û PKKê û li ser navê dost û hevalên wan di heqê pêşmerge û gerîla da, di heqê PDKê û PKKê da hin gotinên gelkî ne xweş tên kirin. 

Bi baweriya min ev hesab û kesên li pişt wan hemû neyarên kurdan û zilamên Tirkiyê ne, ya raste rast MITa tirk e ya jî ajanprovakator in.


Dibê hevalên van partiyan nexapin û neyên lîstika van ajan û provakatoran û gotinên tahl ji hev ra nebêjin, dilê hev nehêlin...

Dijminên me di medyaya sosyal da pir aktîv in û hertim dixwazin me bera hev bidin.

Lema jî dibê meriv hay ji xwe hebe û ji her beyanê, ji her gotina li ser navê PDKê û PKKê û terfdarên wan tê gotin bawer neke. Dijminên me li hemberî me ne şerê fizîkî tenê, şerê psîkolojîk jî dimeşînin, provakatotiyê jî dikin. Dibê em vê yekê bizanibin.

Pêşmerge jî, gerîla jî hêzên netewî ne û canfîdayên kurd û Kurdisgtanê ne. Hurdu hêz jî yên me ne û bi hebûna wan em serbilind in, ew serbilindî û egîdên me û kelama di çavê dijmin da ne.

XXX
Kurd eynî şaşiyê/çewtiyê du caran nakin. Du car, sê car hindik e. Ji bo ku jê baş emîn bibin û dilê wan baş têkeve cî, eynî şaşiyê herî kêm 7-8 caran dubare dikin.
Ferqa me û xelkê din ya esasî ev e..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE