25 april 2019

Di bin kulîlkên gilyazan da



Kungstradgarden li Stockholmê ji ber darên xwe yên gêlazan(giryazan)dereke, bexçeyekî gelkî şên û populer e. 

Bi taybetî jî di dawiya meha nîsanê da dema darên giryazan dikevin kulîlkan gelkî qelebalix dibe, dibe cî meskenê evîdaran.



Ez û xanim jî îro çûn wir û me di bin konê kulîlkên penbe da çend rismên xwe girtin. 


Dar xemilî bûn, xweş kulîlk vekiribûn, kulîlkên penbe bi sedan stocholmî û turîst li xwe kom kiribûn. 


Em li Stockholmê hinekî geriyan, lê ji şansê me ra îro hinekî sar bû û ba hebû, nedibû meriv li derve rûne.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE