10 april 2019

Cixare



Sofî Xelîl çû ser beqalê taxa xwe û pakêtek çixare kirî. Li ser pakêtê ”cixarekêş zû dimre.” dinivîsî. Ji lawikê beqal ra got:

-Kuro ma pakêtek din tuneye tu bidî min, ev bêxwedî meriv dikuje.
Lawikê baqel pakêtek din dayê. Li ser wê jî wiha dinivîsî:


-Cixare zirarê dide sipermê û kane meriv ji mêraniyê da bixîne!
Dema Sofî Xelîl çav li nivîsê ket pakêt paş da lîwik û got:

-Birazê, tu viya bigre û xêra xwe ji ya meriv dikuje pakêtekê bide apê xwe…

Gava dimeşim
Tuxtor li rewşa nigê Filît pirsî:
-Nigê te çawa ye, baş bûye ya na?
Filît got:
-Na baş nebûye, ez hîn dikulim
Tuxtor got:
-Tu tim dikulî ?
-Na gava dimeşim.

Gefa vala
Berfîna biçûk rehet nedisekinî. Diya wê pê da hêrs bû û got:
-Tu bise, êvarî devê te bi şorbeşîrê nebû !
Berfînê lotikek da xwe û bi ken got:
-Êvarî devê te jî pê nabe, çimkî min giş xwar.

Peyka dinyayê
Mamosteyê tirk di îmtîhanê da ji Filîtê biçûk pirsî:
-Çi peyka(satelîta)dinya me ye?
Filît fikirî lê kir nekir bersîv nehat bîrê. Hevalê wî yê li kêlekê rûniştibû ew qurincand. Bêhemdî xwe got:
-Ayyy*…
Mamoste got:
-Her bijî, bersîv rast e.

*Ay, yanî Hîv. Bi tirkî nave Hîvê ”Ay” e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE