17 april 2019

Cewad Zerîf di nabêna Esed û Erdogan da pêzewengiyê dike



Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî serdana xwe ya Sûriyê û hevdîtin axwe ya bi Esed ra îro çû Tirkiyê.

 Zerîf li balafirxaneya Enqerê gotiye:

“Min li Sûriyê bi Esed re hevdîtineke dirêj çê kir. Ezê îro rapora vê hevdîtinê pêşkeşî Erdogan bikim.”


Tirkiye ji bo ku kurd li Sûriyê tu mafî bi dest nexin dixwaze bi Beşar Esad ra li hev bike. Ji xwe ji zû da ye li ber deriyê Esed kûzekûza wan e.

Zerîf jî di nabêna Esed û Erdogan da pêzewengiyê(mifriziyê) dike; yanî ji bo îzdîwaceke nuh nabêna herduyan çê dike, dixwaze wan bigihîne hev.

Erdogan ji bo zirarê bigihîne kurdan û li Sûriyê kurdan bêmaf bihêle li vê dinyayê kesê pê ra hevkariyê neke tunye; ji îblîs bigre heta bi kûçik, kane bi her kesî ra li hev bike, bibe dost. 

Ji bo Tirkiyê ya muhîm li Sûriyê kurd nebin xwedî statuyeke siyasî, wek berê dîsa bindest bimînin.

Li dinyayê tenê dijminekî Erdogan û Bahçelî heye, ew jî kurd in. Û ji bo ku zirarê bidin vî dijminê xwe yê netewî kanin dest û nigê Esed jî ramîsin. 

Lema jî ev gotinên Zerîf normal in. Ji xwe ez bawer nakim Zerîv bêhaya Erdogan çûbe Sûriyê, miheqeq berê haya wan ji hev heye.

Erdogan daxwaz û pêşniyarên xwe jê ra gotine. Nuha ewê here rapora hevdîtin axwe bide Erdogan. Bi dîtina min ewê li hev bikin. 

Çimkî tiştekî Tirkiye bike êdî nemaye, Tirkiyê hemû kartên xwe lîstin. Nuha tenê uzirxwestina ji Esed maye. Zû dereng Erdogan ewê bi Esed ra rûne. 

Îcar bi vê rûniştinê ewê kanibe çi zirarê bide kurdan ew tiştekî din e.

Ji ber wê jî dibê em kurd jî, heger kara me tê da hebe bi her dewletê ra û bi her hêzê ra hevkariyê bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE