25 april 2019

Cehalet meriv qure dike

Sal, porê sipî, riya sipî meriv kamil û biaqil nake. Bi kêmanî her kesî nake. Di medyaya sosyal da meriv viya her roj dibîne.

Gelek porsipî û rîsipî bi kirin û bi gotinên meriv xeyalşikestî dikin.

Bêguman nuha ew jî bi gotinên meriv xeyalşikestî dibin.


Yanî dixwazim bibêjim bi xêra medyaya sosyal însanan bêtir hevûdu nas kirin û di heqên hev da bûn xwedî qenaetên nuh.

Cahil ji fikrê xwe bawer e, lema jî pir cesûr dipeyive, ji ber ku ji aqilê xwe, ji fikrên xwe pir razî ye, bi rehetî karê xelkê naecibîne, biçûk dibîne.

Esas meriv kane bibêje kesê ne "cahil" tuneye, her kes di warekî da nezan e, "cahil" e. Lê hin nezan, cahil zêde zimandirêj in û hin jî di halê xwe da ne.

Yanî însan jî wek masiyan babetbabetî ne. Ew jî normal e.

Camêrekî zana gotiye ”ilim cesaretê dide meriv, cehalet meriv qure, pozbilind dike.”

Ez tim dibêjim, xwedê kir medyaya sosyal çê bû, bi xêra vê platformê her kesî hevûdu baştir nas kir.


XXX
Tu çi dikî bike, kevjal kevjal e, rast nameşe. Ev yek ji bo însên jî wiha ye, kî çi be heta mirinê ew e.
Kurmê şîrî heta pîrî.

Swêdî dibêjin ”meriv nikane rûniştinê fêrî kûçikê pîr bike.”

XXX
Her milet bi îdareya layiq e îdare dibe. Tirk layiqî vê rejîmê, vê îdareyê ne; çimkî wan hilbijart. Bi kêmanî piraniyê hilbijart. Tirkan tu carî îdareyeke adil û demokratîk nexwesitine, lema jî tim dane pê merivê dîndar û panturkîst û neyarên kurdan. 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE