19 april 2019

Bêdesmêj


Rojekê sofî Cemîlê cilînî li bin darekê nimêja xwe dikir. Yekî pîç jî li ser darê bû lê temaşe dikir. Piştî sofî Cemîl nimêja xwe qedand, dest bi duakirinê kir, got:
-Ya Rebî tu nimêja min qebûl bikî…
Yê li ser darê got:

-Ez qebûl nakim!
Sofî Cemîl matmayî ma û dua xwe dubare kir:
-Ya Rebî tu qebûl bikî…
Yê li ser darê dîsa got:
-Na ez qebûl nakim!
Sofî ji bin da şaş me, lê bîna xwe fire kir û dua xwe careke din dubare kir:
-Ya Rebî tu me efû bikî û vê nimêja min qebûl bikî.
Yê li ser darê dîsa got:
-Weleh ez qebûl nakim…
Sofî Cemîl hew xwe ragirt, bi hêrs got:
-Ê tu qebûl nakî hema qebûl meke, ji xwe ez jî bêdesmêj bûm…

Nexweşikî
Çêlika meymûnê ji dayika xwe pirsî:
-Dayê tu bi qedrê Xwedê dikî çima em hewqasî nexweşik in?
Dayika wê di bin çavan ra ê nerî û bi henûniya dayiktiyê jê ra got:
-Delalal dayika xwe, nexweşikiya me dîsa baş e, hin însan hene tu wan bibînî tu yê şikiriyê bi halê xwe bînî.

Subhaneke
Mamosteyê dersa dînî roja pêşî berî dest bi dersa xwe bike xwe bi sinifê da naskirin û xwest navê xwendekarên xwe jî bizanibe. Yek rakir ji pê, got:
-Navê te çi ye?
Lêwik got:
-Navê min Fatîh e.
-Wê demê ji me ra sura fatîhê bixwîne.
Lêwik xwend. Mamoste got eferim rûne. Dû ra yekî din rakir. Ji wî jî navê wî pirsî. Wî jî got:
-Navê min Nas e.
-Ê wê demê tu jî ji me ra sura nasê bixwîne.
Lêwik sura nasê xwend. Ji wî ra jî got eferim. Dû ra bala xwe dayê li dawiyê yek xwe vedişêre. Jê ra got:
-Hela rabe ser xwe! Navê te çi ye?
Lêwik bi hustuxwarî got:
-Navê min Yasîn e, lê heval ji min ra dibêjin Subhaneke !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE