11 april 2019

Amerîkayê ji Îraqê ra got dibê hûn tercîha xw bikin



Amerîkayê ji Îraqê ra vekirî got, dibê hûn di nabêna me û Pasdaran da tercîha xwe bikin.

Sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Bexdayê Joey Hood li ser têkiliyên bi pasdarên Îranê ra ultîmatoneke pir vekirî daye Îraqê, gotiye:


”Em qebûl nakin Îraq him bi me ra û him jî bi Pasdarên Şoreşê yên Îranê ra di nava têkiliyê da be. Têkiliya Îraqê ya bi Îranê ra normal e, lê belê hebûn û fealîyetên Pasdarên Şoreşê li Îraqê ne normal e. Em dixwazin hêzên îraqî welatê xwe îdare bikin. Lê heger Îraq têkiliyên bi Pasdarên Şoreşê ra ji bo xwe muhîm bibîne, wê demê Amerîka ewê miameleya li hemberî Pasdaran dike li hemberî wan jî bike...”

Ev jî tê maneya kî, (kurd ya jî ereb) hevaltiya Pasdarên rejîma faşîst ya meleyan bike, Amerîka ewê wan jî têxe lîsteya terorîstan ya jî miamela terorîstan bi wan ra bike.

Lema jî dibê kurd êdî têkiliya xwe ji van çete û qatilên Îranê bibirin û li gorî biyara mitefkê xwe Amerîkayê hereket bike.

Amerîkayê sonda meleyên faşîst xwariya, ewê hêdî hêdî vê rejîma faşîst û yek ji piştgirên hêzên îslamîst bifetisîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE