09 april 2019

Amerîkayê hinekî din jî cî li rejîma meleyên Îranê teng kir


Amerîkayê Pasdarên Îranê û şaxê wê yê derveyî sînor Supayên Qudsê xist nava lîsteya hêzên terorîst.

Trump biryareke rast û pir baş girtiye. Mala wî ava be. Ev herdu hêzên Îranê li herêmê bi rastî jî maka terorê ne, karê wan perwerdekirin û xwedîkirina terorîstan e.


Lê gerek ne artêşa Îranê û Supayê Qudsê tenê têkevin lîsteya terorê, dibê li herêmê artêşên çend dewletên din jî têkevin lîsteya terorê. 


Çimkî artêşên van welatan jî bi qasî terorîstên Daîşê kurdan û xelkên siwîl terorîze dikin.

Xwedê kir Hillary Clintonê qezenc nekir û Donald Trump bû serokê Amerîkayê.

Heger Hillary Clinton îro seroka Amerîkayê bûya ne li Sûriyê kurdan ev alîkarî ji Amerîkayê digirt û ne jî ev biryara îro di heqê Pasdaran û Supayên Qudsê dihat girtin.

XXX
Tevgerên îslamî, hêzên îslamî li kîjan welatî xurt bûbin wî welatî bela xwe dîtiye û di dawiyê da tûşî gelşên mezin û şerê hundur bûye. 

Numûneya herî dawî Tirkiye ye. Tirkiyê jî bela xwe dîtiye, Xwedayê tirkan jî were nikane îktîdarê bi rehetî ji Erdogan û îslamiyan bigire.

Ji sala 2002a, ji roja AKP hatiye ser hukim û vir da ye ez vê fikra xwe dubare dikim. 

Ez tim dibêjim meriv kane şerê îdeolojiyên siyasî-kîjan îdeolojî dibe bira bibe- bike, lê şerê dîn û Xwedê nabe, zor e, dawiya wê felaket e. 

Îslamîzim jî bi qasî faşîzmê xerab e û dijminê demokrasiyê û wekheviyê ye û bi qasî faşîzmê irqçî û îdeolojiyeke totalîter e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE