30 april 2019

Amerîka ketiya nabêna PDKê û YNKê ji bo ku pêşmergeyên xwe bikin artêşa Kurdistanê


Li gorî xebera Rûdawê û agahiya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer daye, Welatên Hevpeyman, Amerîka, Îngiltere, Fransa û Almanya hewil didin dawî li hebûna pêşmergeyên partiyan bînin û pêşmergeyên PDKê û YNKê bikin yek. 

Bifikirin çend dewletên biyanî û him jî ji zû da ye ketine nabêna PDKê û YNKê û dixwazin ev herdu partî hêzên xwe yên çekdar ji bin emrê xwe derxin û bikin artêşa Kurdistanê.
 
Lê ev herdu partî ev 27 salin li ser hukim in û 15 sal in jî hukûmeteke netewî heye, lê dîsa jî pêşmergeyên xwe nakin artêşa Kurdistnanê. 

Tim qal û qîlan dibînin, tim zahmetiyan derdixin û bi vî hawî rê li ber avabûna artêşeke Kurdistanê ya netewî digrin.

Ma ji bo yekîtiya hêzên pêşmerge hewce ye dewletên biyanî têkevin nabêna wan?

Bi baweriya min şerm e xelk ji  bo tiştekî wiha, ji bo yekîtiya hêzên pêşmerge têkeve navêna wan.
 
Dibê van herdu partiyan ji zû da hêzên xwe û hukûmetên xwe kiribûna yek û tenê wek du partiyên siyasî bimana.

Ji bo çi ewê çekdarên partiyan hebe?

Yê bixwaze bibe xwedî dewleteke netewî artêşeke netewî çê dike, ne ya partiya xwe.

Kesên Kurdistaneke serbixwe û dewleteke kurd bixwazin pêşmergeyên xwe jî û hukûmetên xwe jî dikin yek. 

Yên viya nekin, çi dibêjin bira bibêjin, maneya xwe serxwebûnê û dewleteke kurd naxwazin. 

Bi hebûna pêşmergeyên xwe hukimraniyê dikin, pê berjewendiyên xwe diparêzin. Pê serkutiyê li xelkê dikin.

Çimkî çekdarên wan hene.

Lema jî naxwazin hêzên xwe yên çekdar ji dest xwe berdin û têxin bin emrê dewletê. Ji sala 2005a yanî ji avabûna Hukûmeta Herêma Kurdistanê(KRG) û vir da ye bi vê û bi wê bahaneyê PDK û YNK pêşmergeyên xwe nakin  yek û bingeha avabûna Kurdistaneke serbixwe danînin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE