19 april 2019

Ajnêberî



Yekî berferatî du pîrekên wî hebûne, yek pîr bûye yek jî ciwan û pir jî pak û bidew bûye. Rojekê herdu xanimên wî bi hev ra jê dipirsin:
-Em dixwazin tiştekî bizanibin. Rojekê keleka me di çêm da wergere, binav bibe, berê tu yê me kîjanê xelas bikî?

Pirseke pir zor bû, feqîro di bin çavan ra li herduyan nêrî û dû ra jî bi nermikî ji xanima xwe ya mezin ra got:
-Xatûn, heger ez ne şaş bim ajnêberiya te hinekî hebû ne wer?

Bide min qebûl e
 Xoce Nesredîn(Melê Meşûr) di xewe da bi yekî ra ketibû gewriya hev, mêrik 9 akçe* didayê, wî jî digot na 10 akçeyê min li te ye, dibê tu 10 akçeyî bidî.
Di vê xirecirê da bi xwe hesiya, bala xwe dayê di nava nivînan da ye û tu akçe makçe jî li ortê tuneye. Ji ber 9 akçeyêxwe negirt poşman bû, dîsa ket xew û ji xwe ra got:
-Temam bide, bira 9 akçe be…
*Akçe, di dema osmaniyan da pereyekî zîv bû.

Tirs
Hevalên wî ji mêrik pirsîn, gotin:
-Ma tu ji xanima xwe ditirsî?
Mêrik got:
-Ji bo çi ezê bitirsim, ez hemû karên xwe bêgotin dikim. Ez fera û folên xwe dişom, xwarina xwe çê dikim, camên mala xwe pak dikim, hundur şirt dikin. Yanî tu carî gotinê naynim xwe. Yê karê xwe nake bira bitirse.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE