22 april 2019

121 saliya rojnameya Kurdistanê pîroz be !



121 sal berê di roja 22ê nîsana 1898a da Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan li paytexta Misrê li  Qahîreyê derket.

121 saliya rojnameya Kurdistanê û rojnamegeriya kurdî pîroz be !
Rojnameya Kurdistanê  121 sal berê di 22 nîsana 1898a da ji alî Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li paytexta Misrê li Qahîreyê hat weşandin.


Kurdstan, ji jmarên 1ê heta 5a li Qahîreyê, ji jimara 6a heta ya 9a li Cenewreyê, ji ya 20a heta ya 23a dîsa li Qahîreyê, jimara 24a li Londonê, ji  jimara 25a heta jimara 29a li Folkestona Îngilistanê û jimara 30 û 31ê jî dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.

Rojnameya Kurdistanê di 13ê nîsana 1909a da ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.

22ê nîsanê roja derxistina rojnameya Kurdistanê ji alî kurdan ve wek roja destpêka rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin. 

Kurd vê rojê li Kurdistana Federe, li beşên Kurdistanê yên din, li Ewrûpayê wek rojeke dîrokî bi gelek civîn û semîneran tê pîroz dikin.

Mîqdad Bedirxan, di hejmara pêşî da sebebê derxistina rojnameya Kurdistanê wiha aniye zimên:

”Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan da dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan da tên nivîsîn. Lê mixabin kurd ji rojnameyekê bêpar in û nizanin di dinyayê da çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye, dê çi bike? Loma di riya Xwedê da min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê va di her panzdeh rojan da ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê da ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim…"

Hezar carî spas û mala vî bîrewer û zanayê kurd ava be, bi derxistina rojnameya Kurdistanê, ev gava dîrokî avêt û miletê xwe kir xwedî rojname û ew bi xwe jî di vî warî da bû pêşengekî dîrokî.
Bira gorra wî behişt be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE