30 april 2019

Amerîka ketiya nabêna PDKê û YNKê ji bo ku pêşmergeyên xwe bikin artêşa Kurdistanê


Li gorî xebera Rûdawê û agahiya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer daye, Welatên Hevpeyman, Amerîka, Îngiltere, Fransa û Almanya hewil didin dawî li hebûna pêşmergeyên partiyan bînin û pêşmergeyên PDKê û YNKê bikin yek. 

Bifikirin çend dewletên biyanî û him jî ji zû da ye ketine nabêna PDKê û YNKê û dixwazin ev herdu partî hêzên xwe yên çekdar ji bin emrê xwe derxin û bikin artêşa Kurdistanê.

Carnan baran meriv şil bike xweş e...



Bîstek berê baranê ez û xanim baş şil û pil kirin…
Xanimê pir gazin kir, lê bi dilê min bû.
Ji zû da bû baranê wiha ez şil nekiribûm.
Carnan meriv şil bibe xweş e...
Ev du meh in li Stockholmê çilkek baran nebarîye, ax bûye xwê, ava çeman miçiqîye.
Hindik be jî Stockholmê îro baran dît û em baş şil bûn.

Rûsya di heqê Tirkiyê da xewnan dibîne



Nûnerê Pûtîn Aleksander Lavrentiev, li ser şêla Tirkiyê ya li Idilbê dilgiraniya Rûsyayê aniye zimên û gotiye:

”Moskowa ji rewşa parêzgeha Idlibê dilgiran e, piraniya axa Idlibê ketiye bin kontrola çekdarên Tehrîr el Şam.  Tevî ku 6 meh di ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ra derbas bûye, lê Tirkiyê hîn jî grûbên terorîst ji wê parêzgehê ji nav nebiriye.”

29 april 2019

Tirkiye li Japonyayê jî neyartiya zimanê kurdî dike



Japon jî êdî zimanê kurdî fêr dibin. Li Tokyoyê li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî dersên kurdî di 1ê nîsanê da dest pê kir.

Nuha li dora 40 xwendekar zimnanê kurdî dixwînin.

Lê vê yekê Tirkiye pir aciz kiriye. 

Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê xwesitiye Japonya dawî li dersên kurdî bîne. Yanî beşê zimanê kurdî were girtin. 

Tirkiye dev ji neyartiya kurdan bernade


Dibê em ji bîr nekin dijminên bavan nabin dostên lawan.

Dewleta welatê meriv dagir kiribe tu carî nabe dostê meriv. Di referandûma serxwebûnê da Tirkiyê û Îranê ev yek îspat kirin.

Gava xurt e, ya jî xwe xurt û kurdan jî zeîf, di ciyekî teng da dibîne dibe dîk, dibe elok û xwe li kurdan ridikşîne, gefan li wan dixwe, dibêje ezê we ji birçîna bikujim...

Ji muswedeyên Erdogan tiştekî baş sadir nabe


Ev demeke hin heval û hevriyên Erdogan yên kevn ji Erdogan gazinan dikin, ji vir û ji wir rexne dikin. 

Li gorî hin îdîayan hin kes, çend parlamenter ewê ji AKPê veqetin û partiyeke nuh ava bikin.

Bi qasî misqalekî jî ferq di nabêna kesên navên wan tên gotin û Erdogan da tuneye, Erdogan bi alîkariya wan kanîbû hewqas tişt bike û were vê nuxteyê. 

28 april 2019

Ma ev telebe giş bi ku da çûn?


Berê telebe (xwendekar) avantgardîstên civatê bûn ! 

Tim û daîm li pêş bûn, motora civatê bûn, hêza herî dînamîk ya kurdayetiyê şoreşê bûn.
Lê îro qet li piyasê xuya nakin...

Xortê bi guhar



Xortekî bi guhar û pordirêj li Diyarbekrê li otoboza belediyê siwar bû. Otoboz qelebalix bû. Pîrekê jê ra got:
- Keça min hela hinekî xwe bide alî, vira cî teng e ezê derbasî dawiyê bibim.
Xort got:

27 april 2019

Piştî hewqas kar nabe ez pesnê xwe nedim !


Piştî hewqas kar û xebat dibê ez hinekî jî pesnê xwe bidim. Ez dibêjim min ev yek heq kiriye.

Wek min vêsê jî got, me îro paqijiya hawirdora xwe kir. Bawer bikin ez ji xortan kêmtir nexebitîm. Çend karên du sê xortên wek fêrizan ji heq derneketin min kir.

Min got bira swêdî, sirb, erb û tirk nebêjin kurd tembel in, lema min ji wan bêtir xwe dayê.

26 april 2019

Ez û înternet


Saet di sisiyan(15.00) da ez û xanim ji ger û meşa xwe ya rojane hatin malê înterneta min tunebû. Nîvsaetekê min li ber da, min dît bêfeyde ye. Ji acizî min rabû ji xanimê ra papasteyeke(keksê) sêvan çê kir.

Dû ra min dît înternet hîn nehatiye. 

Min bîstekê li telewîzyonê temaşe kir.
 
Lê li ber telewîzyonê di xew ra çûm.

Xwezî ji bo însên jî kevirekî mîhengê hebûya


Li vê dinyayê bi qasî merivên hêja, layiq, yên ne layiq jî hene. Heta yên ne layiq ji yên muhterem û layiq zêdetir in.

Nêt û sebeb çi dibe bira bibe, dibê meriv tu carî qedir û qîmetê nede merivên ne layiq, serê kesên ne layiq mezin neke. 

Dû ra tu yê poşman bibî.

25 april 2019

Di bin kulîlkên gilyazan da



Kungstradgarden li Stockholmê ji ber darên xwe yên gêlazan(giryazan)dereke, bexçeyekî gelkî şên û populer e. 

Bi taybetî jî di dawiya meha nîsanê da dema darên giryazan dikevin kulîlkan gelkî qelebalix dibe, dibe cî meskenê evîdaran.

Cehalet meriv qure dike

Sal, porê sipî, riya sipî meriv kamil û biaqil nake. Bi kêmanî her kesî nake. Di medyaya sosyal da meriv viya her roj dibîne.

Gelek porsipî û rîsipî bi kirin û bi gotinên meriv xeyalşikestî dikin.

Bêguman nuha ew jî bi gotinên meriv xeyalşikestî dibin.

24 april 2019

Heger Ewrûpayê bixwesta nuha li Îranê û li Tirkiyê du rejîmên îslamî tunebûn


Dinya hîn ji rejîma Xumeynî xelas nebûye, Ewrûpiyan Xumeynîyekî duyem, Erdogan bera bedena xwe dan, kirin bela serê xwe û serê dinyayê.

Ewrûpiyan Xumeynî anîn ser hukim. Heger bixwestana kanîbûn Xumeynî ji ortê rakirana.
 
Lê nekirin. 

Xumeynî bi salan li Fransayê li ser xwe bêslî(xwedî) kirin û dû ra jî rojekê li balafirê siwar kirin û şandin Îranê.

Pira Siratê



Mêrikê bektaşî wê êvarî hinekî zêde vexwaribû. Li ser riya malê nigên wî li ber hev diketin û rast û çep li ba dibû, li ser xwe nediedilî. Cîranekî wî gava ew di vî halî da dît, bela xwe tê da, gotiye:

-Xwedêjêrazî , ma tu yê bi vî halî çawa ji ser Pira Siratê derbas bî?

Bela


Li vê dinyayê bela pir in, hinekan meriv texmîn dike, ji dûr ve nas dike, hinek jî bêhemdî, ji nişkave tê di meriv digerin.

Li Tirkiyê û li Kurdistanê bi piranî du tişt belayê tînin serê meriv; yek siyaset  e û ya din jî diristî, rastgoyî ye.

Herdu jî belayê tînin serê meriv.

23 april 2019

Ji bo çi ez li dijî zewaca bi faris, ereb û tirkan ra me ?


Ji xortaniya xwe da ye ez merivekî nasyonalîst bûm û li dijî zewaca bi tirkan ra bûm. Ez çima wiha bûbûm ez nizanim, lê axirê ez li dijî zewaca bi tirkan ra bûm.

Min ji nas û hevalan ra digot gerek em kurd bi tirkan ra nezewicin.

Serokwezîrî Swêd newêre terostîn îslamîst rexne bike



Serokwezîrê Swêd Stefan Lovên, çend saetan piştî êrîşên ser du mizgeftên li Zelenda Nû li bajarê Christchurchê civîneke çapemeniyê çê kir û êrîşa terorîstî bi gotinên pir giran mahkûm kir, got ”kuştina hewqas însanî êrîşeke newêrek û kirêt e, madê meriv jê digere..”

Li Srî Lankayê terorîstên îslamî di cêjna Paskalyayê da di 3 dêran û otêlekê da 310 kes bi wahşetî kuştin û 500-600 kes jî birîndar kirin.

Çîroka Ezop û ziman



Ezop(Aisopos) destpêkê kole bûye. Kesên dewlemend, xwedî pere, kesên bi nav û deng ew ji xwe ra dikirîn û dikirin xizmetkarê xwe. Ksantusê bi nav û deng jî Ezop kirîbû, kiribû koleyê xwe.
 
Ksantus zanayekî wexta xwe yê gelkî meşûr bûye. Rojekê ban Ezop kiriye, jê ra gotiye:

22 april 2019

Tirkiye ji tîcareta însanan pereyekî baş qezenc dike



Her hefte çend sed koçberên afganî, pakîstanî, bengalî û nizanim ji kîjan welatî li Wanê û li vî bajarî û li wî bajarê Kurdistanê û Tirkiyê tên girtin. 

Hefteyê çend caran bi sedan însan, qefle bi qefle çawa kanin ji Îranê bi qaçaxî, bi dizî derbasî Tirkiyê bibin?

121 saliya rojnameya Kurdistanê pîroz be !



121 sal berê di roja 22ê nîsana 1898a da Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan li paytexta Misrê li  Qahîreyê derket.

121 saliya rojnameya Kurdistanê û rojnamegeriya kurdî pîroz be !
Rojnameya Kurdistanê  121 sal berê di 22 nîsana 1898a da ji alî Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li paytexta Misrê li Qahîreyê hat weşandin.

Ev êrîş hîn nîna ye...



Li qeza Anqerê li Çubuqê di merasima cenazeyê leşkerê li Çelê hatibû kuştin çend kesan êrîşî serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê tirkê ji Xoresanê kirin û xwestin wî lînc bikin.

Gava meriv li beyan û şêla berpirsiyarên hukûmetê dinêre fenak ku ev êrîş bi dilê wan be.

21 april 2019

Emerîkiyan Berat Albayrak bera hundur Senatoyê nedan



Çendakî berê Erdogan bi hêviya ewê nabêna xwe û Trump xweş bike nameyek ji Trump ra nivîsî, nameya xwe da destê zavayê xwe Berat Albayrak û heyeteke mezin jî da dorê û şand Washingtonê.


Li gorî lîsteya dabûn destê wî û tiştê jê ra hatibû gotin gerek Albayrak hin endamên Kongreyê bidîtana û ew bikirana dostên Tirkiyê û ji wan alîkarî bixwesta.

20 april 2019

Fotograf û xeyal

Stockholm, orta salên 1990î

Rismên min ên zaroktiyê qet tunene. Min gelkî dixwest çend rismên min ên zaroktiyê hebûna û min bidîta ez zarokekî çawa bûm. 

Lê mixabin yek jî tuneye. 

Heger hebin jî wenda bûne. Çimkî li ba me kurdan şiûra arşîvkirinê sifir e.

Ecevît çi bû Îmamoglu jî ew e



Dev ji hêviya ji Ekrem Îmamoglu, mîmamoglu berdin, şerm e, meriv hewqasî jî korfahm nabe. Ji Îmamoglu tu xêr û feydeke cidî nagihîje me. 

Kemalîstên berî wî ji bo kurdan çi kirin ewê jî eynê tiştî bike. dibê em bela sebeb xwe nexapînin.
Ecevît jî yekî nermik bû, lê di antî-kurdbûnê da ji Erbekan, Demirel û Erdogan ne kêmtir bû.

19 april 2019

Pesnê xelkê didin lê ew bi xwe nakin


Karê meriv rast dît û pesnê wî da dibê meriv bi xwe jî bike, ne ku dema xelkê kir pesnê xelkê bide û bibêje her bijî, lê ew bi xwe neke û ji bo kanibe bike nexebite…

Yanî dibê terorî praktîka meriv, gotin û kirina meriv hevdu bigre.

Ezê li vir çend numûneyan bidim.

Gayê ehmeq kêra qesêb dialêse



Kurdê nezan kêmaqil, ehmeq ji neyarê xwe hez dike, wî wek dostê xwe û serokê xwe dibîne, raya xwe dide neyarê xwe yê hebûna wî û welatê wî înkar dike û dixwaze koka wî biqelîne.

Kurdê kêmaqil li welatê xwe dibe berdivk û nûnerê dagirkerê xwe. Ji dêlî ku ji bo azadiya gelê xwe bixebite, bindestiyê diparêze, meth û sena dagirkeran û koletiya wan dide. Dibêje bêdewletî û bindestiya tirkan baş e.

Ajnêberî



Yekî berferatî du pîrekên wî hebûne, yek pîr bûye yek jî ciwan û pir jî pak û bidew bûye. Rojekê herdu xanimên wî bi hev ra jê dipirsin:
-Em dixwazin tiştekî bizanibin. Rojekê keleka me di çêm da wergere, binav bibe, berê tu yê me kîjanê xelas bikî?

Bêdesmêj


Rojekê sofî Cemîlê cilînî li bin darekê nimêja xwe dikir. Yekî pîç jî li ser darê bû lê temaşe dikir. Piştî sofî Cemîl nimêja xwe qedand, dest bi duakirinê kir, got:
-Ya Rebî tu nimêja min qebûl bikî…
Yê li ser darê got:

18 april 2019

Dîk û rûvî



Rojekê rûviyek li gundekî di ber xirbeyekî ra dibuhurî. Bala xwe dayê dîkek li ser darekê lûsiya ye.

Rûviye, feneke, xwest dîk bixapîne û ji ser darê daxe jêr û bixwe. Ji dîk ra got:

-Siba te bi xêr axa ! Ma tu mîvanan qebûl nakî?

Ereb û misilman li Ewrûpayê jî rehetiyê nadin cihûyan


Li seranserê Ewrûpayê antîsemîtîzim zêde dibe. Li Fransayê antîsemîtîzim di sala 2018a da li gorî sala 2017a ji sedî 74 zêde bûye. Li Swêd jî eynî tişt e û heta xerabtir e jî.

Li Ewrûpayê her ku ereb û misilman zêde dibin, antîsemîtizim jî pê ra zêde dibe, jiyan li cihûyan dibe zindan. 

17 april 2019

Cewad Zerîf di nabêna Esed û Erdogan da pêzewengiyê dike



Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî serdana xwe ya Sûriyê û hevdîtin axwe ya bi Esed ra îro çû Tirkiyê.

 Zerîf li balafirxaneya Enqerê gotiye:

“Min li Sûriyê bi Esed re hevdîtineke dirêj çê kir. Ezê îro rapora vê hevdîtinê pêşkeşî Erdogan bikim.”

Ji bo me kurdan fêdeyên medyaya sosyal



Wek her miletî kurd jî pir hindik, ne bi qasî ferdên xwedîdewlet bin jî medyaya sosyal bi kar tînin û jê fêdeyê(sûdê, havilê) dibînin.

Yanî di medyaya sosyal da hindik be jî cihekî kurdî jî heye û kurd jî fêdeyê jê digrin. Ev cara pêşî ye kurd ji teknolojiyê, ji wasite û platformên ragîhandinê ne tenê zirarê, feydeyê jî dibînin.

16 april 2019

Bêarî her tiştî bi meriv dide kirin


Kesê di hilbijartina 31ê adarê da qezenc nekir, lê dîsa jî mezbata serokatiya belediyê girt bi diya xwe ra zîna bikira ji girtina wê mazbatayê baştir bû.

Heger bi meriv ra ûjdan, exlaq û heysîyet hebe serketineke meriv heq nekiribe qebûl nake.

Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê da li navçeya Diyarbekrê Baglara namzedê HDPê Zeyyad Ceylan bi rêjeya 70,34 rayan hilbijartin qezenc kir.

Tirkiye dixebite li dinyayê kurdekî nehêle


Tirkiye bi dagirkirina welatê me û zulma li me dike nayê serî; viya hindik dibîne, ne ku dixwaze me tenê bike tirk, ew li pey hemû kurda ye.

Tirkiye wek dewlet bi hemû îmkan û dezgehên xwe ve 24 saetan li pey kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ye, hemû kurdan neyarê xwe dibîne û lema jî her derê kurdan terorîze dike û dixwaze hemû kurdan ji dinyayê rake.

Dibê em hewqasî rehet neyên lîstika dijminê xwe !


Ev demeke di medyaya sosyal da li ser navê PDKê û PKKê û li ser navê dost û hevalên wan di heqê pêşmerge û gerîla da, di heqê PDKê û PKKê da hin gotinên gelkî ne xweş tên kirin. 

Bi baweriya min ev hesab û kesên li pişt wan hemû neyarên kurdan û zilamên Tirkiyê ne, ya raste rast MITa tirk e ya jî ajanprovakator in.

15 april 2019

Ji zû da ye min xatir ji tirkî xwestiye


Gelek kurdên bi tirkî û kurdî dinivîsînin hene. Kî bi kîjan zimanê dinivîsîne azad e. 

Lê ez ne bi tirkî dinivîsînim û ne jî qebûl dikim kes parvekirinên min bi tirkî şirove bike. Yên min taqîb dikin vê prensîba min zanin.

Ji ber wê ye gava ez şiroveyên bi tirkî radikim dibê kes xwe aciz neke.

14 april 2019

Gelek spas ji bo vê xebeta hêja !



Şevê çûnî em û çend dost û heval mîvanên Mahmûd Lewendî û Muzeyen xanimê bûn. Me bi hev ra şeveke xweş derbas kir. 

Mistefa Bîlge jî bi gîtar û stranên xwe şeva me geş kir û çend saetên xweş bi me da jiyandin. Mala mazûbanan ava be, xwe gelkî westandibûn.

Lê min ne tenê şeveke xweş derbas kir, ez hinekî din jî li karê derketim. Min kitêba li ser jiyana Muhterem Bîçîmlî "Mêrxas Hebûn Hevalo" jî li kitêbxaneya xwe zêde kir.

Ji Bordeaux şeraba bi navé Kurdistan




Carnan hin surprîzên xweş hene. Wek dîtina van herdu şûşeyên şerabê.

Ev şerab di sala 2006a da li Parîsê ji alî aşxaneya Dîlanê ve hatiye temîkirin. 

13 april 2019

Hûn çawa kanin bi diyaka xwe ra bi tirkî hesbihal bibin?


Rahmetiyên dayikên me gelek kesan bi tirkî nizanîbûn. Bi me ra bi kurdî dipeyivîn.

Em bi kurdî mezin kirin.

Dema em zarok bûn destên xwe di serê me didan, digotin "ez bi dorê, ez bi qurban..."

Min tiştek ji vî îşî fêm nekir



Cengoyê biçûk gazinên xwe bi hevala xwe Binefşê kir, got:

-Tu zanî ez tiştekî fêm nakim. Her şev berî xewa min were diya min bi zor dibe min dixe nava nivînan, dibê dereng e gerek tu rakevî. Û serê sibehan jî bi zor min şiyar dike, îcar jî dibêje rabe dereng e. Ma diya te jî wa dike?
Binefşê got:

12 april 2019

Hikûmet dixwaze muxtariyê jî li kurdan yasax bike


Hikûmeta AKPê haziriya guhertina qanûna belediyan dike. Hukûmet dixwaze bi vê riyê desthilata belediyan ji ortê rake. 

Helbet armanca wan belediyan ji dest kurdan derxin û wan jî bikin wek dahîreyeke dewletê.

Li gorî plana hikûmetê hazir kiriye, desthilatên serokên belediyan ewê wek nuha nemîne, serok ewê bibin wek mamûrên dewletê, ji bo ku proje û karên dewletê taqîb bikin.

Li gorî makê golik pakê


Qareqara tirka ye dibêjin efendim li Tirkiyê demokrasî tuneye, efendim em demokrasiyê dixwazin.

Kuro dev ji derewan berdin, heger we demokrasî bixwesta, heger hûn bi rastî aşiqê demokrasiyê bûna we AKP 17 salan nedikir îktîdar û yekî wek Erdogan jî nedikir serokê xwe.

11 april 2019

Amerîkayê ji Îraqê ra got dibê hûn tercîha xw bikin



Amerîkayê ji Îraqê ra vekirî got, dibê hûn di nabêna me û Pasdaran da tercîha xwe bikin.

Sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Bexdayê Joey Hood li ser têkiliyên bi pasdarên Îranê ra ultîmatoneke pir vekirî daye Îraqê, gotiye:

Dîktatorekî din ket !





Dawiya dawî leşkeran li Sûdanê dest danîn ser hukim û dîktator Omer El Beşîrê ji ber qetlîama Darfûrê û sûcê li dijî mirovahiyê lê dihat gerandin girtin.

Mahkima Navnetewî ya Cezayê di sala 2009a da ji ber qetlîma Darfûrê û sûcê li hemberî mirovahiyê emrê girtina Omer El Beşîr da, lê heta nuha nehatibû girtin.

Tirkiye êdî xwedêgiravî dewlet e


Heger berbijêr(namzed) qezenc bike jî ewê neyê hilbijartin wê demê tu maneyeke hilbijartinan û dengdanê jî tuneye. Wê demê ne ray û îradeya milet, destûra hukûmetê esas e, hukûmet kê qebûl bike ew dibe serokê belediyan. 

Li welatekî wiha êdî dewleteke qanûnî tuneye, qanûna serê çiyan heye.

10 april 2019

Rizgariya me bi hevalbendiya Rojava mimkûn e


Di Şerê Cîhanê Yekê da bi Peymana Sykes Picotê  û Peymanan Lozanê Rojava(Fransa, Îngilistanê, Îtalyayê)welatê me perçe kirin û em kirin bin destê tirk û ereban. 

Tiliya Rûsyayê jî dû ra di vê perçebûnê da hebe jî lê aktorên sereke Fransa û Îngilîstan  e.

Yên welatê me perçe kirin û em kirin bindest, dibê me ji vê bindestiyê derxin, rizgar jî bikin.

Cixare



Sofî Xelîl çû ser beqalê taxa xwe û pakêtek çixare kirî. Li ser pakêtê ”cixarekêş zû dimre.” dinivîsî. Ji lawikê beqal ra got:

-Kuro ma pakêtek din tuneye tu bidî min, ev bêxwedî meriv dikuje.
Lawikê baqel pakêtek din dayê. Li ser wê jî wiha dinivîsî:

Dîktator bi rehetî naçin


Li ser dîktaroran gotineke Lenîn ya gelkî balkêş heye, gotiye:
”Tu dîktator hata şerekî hundur dernexe naçe.”

Lenîn dîktatorekî gelkî zîrek û biaqil bû û di gelek waran da gelek gotinên rast gotine. Lema jî dibê meriv vê gotina wî navêje çolê.

Yanî ev gotina camêr ji bin da ne vala û bêbingeh e.

09 april 2019

Xwezî gorr bihata zimên



Aslan, sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû. 

Îro ez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te. 

Li ber serê te  bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin.

Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gorristan bû.

Amerîkayê hinekî din jî cî li rejîma meleyên Îranê teng kir


Amerîkayê Pasdarên Îranê û şaxê wê yê derveyî sînor Supayên Qudsê xist nava lîsteya hêzên terorîst.

Trump biryareke rast û pir baş girtiye. Mala wî ava be. Ev herdu hêzên Îranê li herêmê bi rastî jî maka terorê ne, karê wan perwerdekirin û xwedîkirina terorîstan e.

08 april 2019

Îslamîstan li welatên din çi kirin li Tirkiyê jî eynî tiştî dikin


Tevgerên îslamî, hêzên îslamî li kîjan welatî xurt bûbin wî welatî bela xwe dîtiye û di dawiyê da tûşî gelşên mezin û şerê hundur bûye. 

Numûneya herî dawî Tirkiye ye. Tirkiyê jî bela xwe dîtiye, Xwedayê tirkan jî were nikane îktîdarê bi rehetî ji Erdogan û îslamiyan bigire.

Ji sala 2002a, ji roja AKP hatiye ser hukim û vir da ye ez vê fikra xwe dubare dikim.

Tolerans


Ji bo serketinê di her karî da sebir pir muhîm e, dibê meriv ne bêsebir be, zû dev ji doz û hedefa xwe bernede.

Bi taybetî jî di siyasetê da sebir û îstîkrar esas e. Siyasetmedar, yek dibê bi sebir be û ya din jî dibê xweşbîn, bînfireh yanî bi tolerand be.

Ji bo me kurdan ”sebir” û ”toleransa” li hemberî hev gelkî muhîm e, dibê em van herdu mefhûman hezim bikin, bikin kultureke siyasî.

07 april 2019

Nîsanê tu yî bûka salê



Bihar bi meha adarê dest pê dike, lê belê herî bêtir di nîsanê da xwe baş nîşan dide. 

Di meha nîsanê da hewa hinekî germtir dibe û gelek dar û kulîlk xatir ji zivistanê dixwazin û xemlên rengorengo bera ser bejn û balên xwe didin.

Taviyên nîsanê meriv aciz nakin, tên û diherin. Lema jî bûka salê meha nîsanê ye.

06 april 2019

Kurd di medyaya sosyal da ji kîjan parvekirinan hez dikin û ji kîjan parvekirinan hez nakin ?


Di 12 salên min yên blogeriyê û di medyaya sosyal da tiştê min fêm kiriye parvekirinên kurdên bakurê Kurdistanê jê hez dikin hene û yên jê hez nakin û naxwînin hene. 

Parvekirinên kêfa wan jê ra tê û dixwînin bi piranî ev in:

Feydeya rexne



Kesê herî jîr û biaqil jî kane şaşiyê bike û dike jî. Lê helbet tu kes bi zanetî şaşiyê nake, meriv wer bawer dike lema dike, lema dibêje, dinivîse. 

Piştî hinek fikrên xwe dibêjin nuh meriv li ser rastî û şaşiya karê xwe, gotina xwe difikire. Lema rexne bi feyde ye, kî bike jî dibê meriv aciz nebe.

Karê îro nehêle sibê


Karê îro
Bavê temî û şîret li lawê xwe yê biçûk dikir:

-Lawê min, temiya min li te, karê îro tu carî nehêle sibê.
Piştî vê şîreta bavê, lêwik deng li diya xwe kir, got:

05 april 2019

Lê felekê bêwefa yê...


Erê erê dinyayê, qeda û qotik li te ba yê!

Lê felekê bêbextê, bêwefa yê, nizanim çima gunehê te qet lawê bavan nayê...

Gava ez ciwan bûm bi tîr û bi kevan bûm, gava kal bûm notirvanê şikeva hevîr bûm.

Tirk û huqûq !



Li Tirkiyê ev çend roj in her kes qala huqûq dike. Gotina huqûq rojekê ewê ji her kesî ra lazim be dubare dike.

Sextekariyên di hilbijartinan da bûn û bûyerên piştî hilbijartinan nîşan didin ev hukûmet qurişekî xwe jî di “huqûq” muqûq nade, ji bo hukûmetê huqûq qezenckirina AKPê ye, heger namzedên AKPê qezenc neke maneya xwe bêhuqûqî bûye.

04 april 2019

Heger piştgiriya HDPê şaş e ya AKPê kufir e !


Şaşdîtina siyaseta HDPê dibê nebe sebebê hevaltiya AKPê û dewletê.

Heger HDP ji bo ku ne Kurdistanî ye û siyaseteke netewî naparêze tê rexnekirin, 
AKP hêzeke dagirker e, partiyeke sedîsed neyarê kurda ye, dibê ew  jî neyê parastin û piştgiriya wê jî neyê kirin.

Heger hevaltiya, piştgiriya HDPê şaş e, ya AKPê tew kufir e, hevalbendiye dijmin e.

Ev şer ewê li qereqolê biqede !


Her cara ez ji xanima xwe ra qala gotin û beyayên serokê Tirkiyê yê mezin û bi qudret dikim di cî da wek mozekê diazire û dest bi nifiran dike, nifirên min qet nebihîsitine li pey hev rêz dike, dibêje înşelah ewê bela xwe ji ber nigê xwe bibîne. 

03 april 2019

Were em herin ser xênî



Rojekê Xoce Nesredîn hilkişiyabû ser xênî, xanîyê xwe lox dikir. Yekî li deriyê wî xist. Xoce ji ser xênî jê pirsî:
-Kerem bike, ma te yê tiştek bigota ?
Yê li ber derî got:
-Dakeve jêr ezê ji te ra bibêjim.
Nêrdiwan li ber xênî bû. Xoce ji ser xênî daket jêr û çû derî lê vekir û got:

Hinekî tirkan nas bikin


Tirk û ereb du miletên ji pêşketinê û guhertinê, ji medeniyetê, ji demokrasiyê, ji însaniyetê hez nakin. Du miletên pir heyranê xwe ne. 

Di vê nivîsa xwe da ez ereban didim aliyekî, ji hin xusûsîyetên tirkan çend numûneyan didim.

Tirk û îngilîzî:
-Çima ew bi tirkî nizanin?
Tirk û felsefe:
-Zêde nefikire, ewê mejiyê te biçelqe.

02 april 2019

Rojek xweş bû, tenê ev risim ma li dû


Li Wêranşarê
li kuçeyeke taxa Xincika bû
em çar bira bi hev ra bûn
sal 2013 bû
rojeke xweş bû
dilê her çar bira jî ji kêf û şadiyê geş bû
em her yek ji derekê hatibû

Gelo sebebê wendakirina HDPê li Şernexê "xendek" ?


Hin kes wendakirina HDPê li Şernexê bi ”xendekan” ve girê didin. Ev ne analîzeke rast e. Heger sebebê qezencnekirina HDPê ”xendek” be, dibê AKPê jî qezenc nekira.

Çimkî di wêrankirina Şernexê da, di qetilkirina bi sedan keç û xortên kurd da sûcê AKPê sed qatî ji yê HDPê zêdetir e.

Heger şernexiyan ji ber "xendekan" HDP ceza kiribe, dibê AKP jî ceza bikira. Ji ber ku AKPê jî bi tank û topan Şernex da wêrankirin. 

Rêya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike...



Tifaqa Welatperwer û Demokrat, jimara rayên girtine diyar kir. Rayên hatine girtin helbet hindik e, dil dixwest gelkî zêdetir bûya.

Lê belê li gel vê jimara hindik jî ez dibêjim netîceyeke baş e û destpêkek ne xerab e, rind e.

Rêya herî dirêj jî bi gava destpêkê dest pê dike. Ev gava destpêkê ye û netîce jî ne netîceyeke meriv ji ber fedî bike.
Derket ortê gava meriv bixebite, xwe biwestîne pir hindik fêkiyê xebata xwe digre. Îro 4-5 hezar ray e, sibe ewê bibe sedhezar û milyon. Ya muhîm xebat, berdewamî û îstîkrar e.

Lema jî dibê ev xeta kurdperwerî û Kurdistanî were xurtkirin û domandin.

Dubarekirin û rêzkirina kêmasî û şaşiyên PKKê û HDPê tu feydeyê nade kesî, dibê meriv dev ji vê neqareta salan ya vala berde û fikrê xwe bibêje, siyaseta xwe pêşkêşî milet bike.

Emê çawa û bi kîjan rêyê ji bin vê zulmê û esaretê xelas bibin?

Dibê em viya ji gelê xwe ra bibêjin.

Meriv ne bi dubarekirina şaşiyên xelkê, bi siyaseta xwe, bi kar û xebatên xwe bi ser dikeve.

Fikrên xwe bibêjin, riya çareseriyê nîşanî gel bidin, bixebitin, di praktîkê da xwe îspat bikin, baweriya gel qezenc bikin mesele diqede. Yanî çare xebat e, berdewamî ye.

01 april 2019

Li ser netîceya hilbijartinan


Ji dêlî HDP û kurdên piştgiriyê didinê bi serketina li filan bajarî kêfxweş bibin û ji têkçûna li hin bajraran ra hincetan, sebeban rêz bikin, dibê ew û hemû kurd bibêjin çima hêzên dagirker kanin li welatê me zora me bibin?

Çima hewqas kurd dibin namzed û piştgirên hêzên dagirkerên welatê xwe?

Nuha dema muhasebeyê ye



 Roja we bi xêr gelî dost û hevalên ezîz!


Di dawiya dawî da hilbijartinên mehelî qediyan û rojeke nuh dest pê kir. Nuha wexta muhasebeyê ye, dibê her kes kumê xwe deyne ber xwe û muhasebeya hilbijartinan bike.

Her serpêhatî, her ketin û rabûn heger meriv dersekê, îbretekê jê bigre tecrûbeyeke baş e.

Meriv kurd be dibê bi zimanê xwe bipeyive


Meriv kurd be, serokê partiyeke kurd be û bi farisî, erebî ya jî bi tirkî xîtabî gelê xwe bike şerm û hetîketiyeke mezin e, meriv siyasetê neke gelkî baştir e. 

Qenekê meriv gelê xwe asîmîle nake, nahewisîne zimanên bûne gef û metirsiyên hebûna min û zimanê min.

Xwarinek xerîb


Vê êvarê(31/3) min ji xanimê ra xwarineke xerîb, xwarineke me zû da nexwaribû, kezeba sorkirî çê kir. Nêzî tarîfa ”kezeba arnawit” e lê hinekî tûj e, bi hawê Wêranşarê.

Min zeleteyekî pîvaza sor, bexdenoz, nahne, simaq û hinek pel û pincarên din jî tevê kir û ew jî da ber kezebê.

PARVE BIKE