02 mars 2019

Zimanê xwe derxe !



Keçeke pir bedew bi diya xwe ya nexweş ra çû ser tuxtor. Çavê tuxtorê xort çer li keçikê ket hiş di serê wî da nema û ji keçikê ra got:
- Ji kerema xwe kincên xwe ji bike !
Dêya keçikê got:
-Tuxtor, ya nexweş ne keça min e, ez im.
Tuxtor got:

-Ê wê demê zimanê xwe derxe û bibêje aaa…


Germiya cîhanî
Ji sofî Birahîm pirsî, gotin:
-Sofî, di heqê germiyana cîhanî(global)da ma fikrê te çi ye, tu çi difikire?
Sofî Birahîm got:
-Birazê, weleh ez viya, wiya nizanim, tiştê ez zanim li dinyayê tu germiyan nikane dewsa soba êzinga bigre. Gava di rojên sar da disincire, wek kulîlka sor dibe, meriv naxwwaze ji dorê rabe, hestiyê canê meriv nerm dike.

Daxwaza berî îdamê
Makûm li ber derdekirinê bû. Mele, abûqat û dozger(sawcî)li dorê civiya bûn. Daxwaza wî ya dawî jê pirsîn. Gotin:
- Daxwaza te ya dawî çi ye?
Yê mahkûm got:
-Weleh berî mirina xwe ez dixwazim zimanê çînî fêr bibim. Daxwaza min ya dawî ev e...

Nexweşî
Bijîşk(tuxtor) piştî miayenê ji nexweşê xwe pirsî:
-Reçeteya cara dawî min ji te ra nivîsî, tu pê baş bû ya na?
Yê nexweş got:
-Baş bû. Tu ji bo çi dipirse?
Bijîşk got:
-Weleh eynî nexweşî li min jî peyda bûye loma...

Bênijîn
Yekî pir çikûs(pir tima)li bajêr rastî tuxtorê xwe hat. Di dilê xwe da got, wele fersend ev fersend e, ji dêlî ez herim miayenexana wî û pera bidimê, hema ezê li vir jê bipirsim. Û jê pirsî:
-Tuxtor beg, heger tu bi bapêşê(arsimê, zekemê)bikevî tu yê çi bikî?
Tuxtor mexseda wî fêm kir, got:
-Heger ez bi bapêşê bikevim ezê bibênijim(bipişkim)…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE