08 mars 2019

Ya emê vê rewşê biguherin ya jî emê bihelin û bibin tirk...


Dewlet ji bo însên(mirovan) heye, ji bo ku ji însên ra xizmetê bike, ji bo ku di rojên teng da here hawar û alîkariya wî û gava hewce be wî ji êrîşan biyaniyan biparêze.

Dewleta tirk ne dewleta me kurda ye, ya Tirka ye. Yanî dewleta dibê xizmetkarê me bûye wek hûtekî heftserî dixwaze me daqultîne.

 
Lema jî dewleta ji dêlî ji me ra xizmetê bike û me ji êrîşên biyaniyan biparêze, ew bi xwe zulmê li me dike, me dikuje, me sirgûn dike, zimanê me yasax dike. Û ya herî xerab diwaze welatê me daqultîne û me jî bike tirk.


Miletê bêdewlet çi bike jî bindest û koleyê miletê xwedî dewlet e.

Navê me ne kole be jî, lê di praktîkê da em koleyên tirkan in. 
Ew çi bixwazin wiya bi me dikin.

Gava dilê wan dixwaze me di zindanan da dirizînin. 

Me celî dikin. 

Îradeya me nas nakin, nûnerên me qebûl nakin, ew merivên xwe tayin dikin.

Gava îtîrazî mezinahî û serdestiya wan bikin, qala hin maf û azadiyan bikin diqeherin û me dikujin.

Çimkî ew xwedî dewlet in û em jî êsîrên wan in, lema jî qebûl nakin em wek hev bin, mafên me bi qasî heb bin.

Axir di tarîxê da her miletê nebûye xwedî dewlet zû dereng ji ortê rabûye. 

Û em kurd jî heger nebin xwedî dewlet emê nikanibin ji vê qedera li pêş me ye xelas bibin.

Heger em naxwazin wenda bibin dibê em dewletê bixwazin û wê ji xwe ra bikin hedef. 

Di nava 100 salên dawî da tirkan ji sedî pêncî, şêstê demografiya Kurdistana di bin dagirkeriya xwe da guhertin û nîvê me jî helandin, kirin tirk.

Û heger li Tirkiyê di nava çend salên pêş da em nebin xwedî statuyeke siyasî, ji sedî çelê mayî jî emê bihelin û bibin tirk.

Ji bo wiha nebe, yanî ji bo ku qedera asûrî-suryanîyan nebe ya me jî dibê em dewletê, statuyeke siyasî bixwazin, ji bo wê bixwbitin, perwerdeya bi zimanê xwe bixwazin û bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin.

Û ya din jî dibê em nebin hevalê partiyên tirk û Tirkiyeparêz, partiyên dewletê û serxwebûnê naxwazin, tirkan û kurdên kurdî nizanin ebeden nekin serok û siyasetmedarên xwe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE