23 mars 2019

Wêrekî û newêrekî



Heger em naxwazin heta û heta bindest bimînin û bibin emirber û pêkenînên ber destên tirkan û di dawiyê da bibin tirk, dibê em wêrek(dilêr, cesûr) bin, wêrek hereket bikin.

Helbet miletek, her ferdê miletekî nikane wêrek be. Lê belê kesên xwedî îdîa, kesên pêşengiya miletekî dikin, ronakbîr û siyasetmedarên miletekî dibê wêrek bin. 

Mêrê newêrek tu carî nikane bi sîngê gewr û boz şa bibe…

Bi kurtî ji bo ku em kanibin ji bin vê zulmê derkevin û bigihîjin azadiya xwe dibê pêşengên me wêrek bin, di xebat û micadeleya azadî û serxwebûnê da dudilîyê û newêrekiyê nekin.

Min li ser wêrekiyê(cesûriyê) û newêrekiyê(tirsonekiyê) çend aforîzmeyên xweş wergerandin kurmancî. Hêvî dikim kêfa we jê ra were.

Merivê newêrek wek kêra ko ye, bi kêrî tiştekî nayê.
///Benjamin FrankIin

Dibê însan ji sirgûnê jî, ji zindanê jî, ji mirinê jî netirse; bi tenê ji tirsonekbûnê bitirse.
///Epictetos


Tirs hinê caran baskan bi nigên meriv ve dike, hinê caran nigên meriv bi erdê ve mîx dike
///Montaigne

Merivê tirsonek nikane bi merivekî bi namûs be.
///D. Szabo

Ji bo kesên şermok, dudil, jixwenebawer, tirsonek hertişt ne mimkûn e; çimkî wer texmîn dikin tiştekî mimkûn tuneye.
///NapoIeon Bonaparte

Tirs kane bi kêrî meriv bê, lê belê tirsonekî bi kêrî tu tiştî nayê.
///Mahatma Gandhî

Dibê em destûrê nedin tirsên me nehêlin em bi pey hêviyên xwe kevin
///J. F. Kennedy

Meriv rêya rast bibîne û nede ser a ev tirsonekî ye.
 ///Konfüçyus

Gava tu bizanibî tiştek heq e, rast e, lê dîsa jî tu nebî alîgirê wî, ev tê wê maneyê tu merivekî tirsonek î.
///Konfuçyus

” Bi qasî hêvîkirina xwe tu yê azad û bi qasî tirsonekîya xwe jî tu yê bi dîl(êsîr) bî…”

Hedekî êşa meriv bikşîne heye, lê belê yê tirsê tuneye.
///Francis Bacon

”Kî dibe bira bibe, biçûkdîtina însanekî bêaqilî ye. Pir mezin dîtin jî tirsonekî ye. Wêrekî(cesaret) heger ji aqil were cesaret e, ji nezaniyê were cehalet e.”

Kesên newêrek/tirsonek li hemberî yên ji xwe zeîftir zorê bi kar tînin, mêraniya xwe nîşanî wan didin.
///Voltaire

Jiyan newêrekan efû nake.
///Ernesto Che Guevara

Li hemberî dijmin wêrek(cesûr) be. Tirsonekî yên ba te jî tirsonek dike.
///Hz. Ebubekir

Sîleh di destê tirsonek da be, hukim di destê kêmaqil da be îş berbat dibe
 ///Hz. Ebubekir

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE