10 mars 2019

Tiştê ez zanim bipirse


Nimêja îniyê
Meleyê Meşûr cubeyê xwe li kir, şaşika xwe girê da û li kerê xwe yê meşûr suyar bû û kete rê. Bi rê da yekî nas rastî wî hat, got:
-Mele xêr e, tu wiha bi ku da diçî?
Mele got weleh ez diherim bajêr nimêja îniyê.
Mêrik got:

-Çawa dibe Seyda, îro hîn çarşem e !
Mele kerê xwe nîşan da û got:
-Weleh îşê vî efendî qet nayê zanîn, bi vê meşê ancax ez bigihîjimê ser nimêjê.


Serxweş
Mamoste di dersa coxrafyayê da li ser doşbûna dinyayê dipeyivî. Ji Kendal pirsî:
-Meriv çawa zane dinya li dora xwe doş dibe?
Kendal hinekî fikirî û got:
-Gava meriv serxweş be...

Mejî
Profesorê zanîngehê ket sinifê, silav da xwendevanan û berî dest bi dersa xwe bike, ji sinifê pirsî:
-Belê belê, tê bîra we em li ku mabûn?
Xwendevanan gotin:
-Mamoste, te yê îro qala mejî/meju û fonsîyonên wî bikira.
Profesor got:
-Weleh îro tiştekî din di serê min da ye.,,

Nizanim
Mamosteyê sinifê Azad rakir textê û dest bi pirsên xwe kir. Çi pirsî Azad nikanîbû bersîv bida, tim got "ez nizanim"!
Li ser vê mamoste got:
-Lawê min, ez çi ji te dipirsim tu dibêjî ez nizanim. Ma wiha dibe?
Azad got:
-Mamoste, ez bi çi nizanim tu jî wiya ji min dipirse. Tiştê ez zanim bipirse!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE