15 mars 2019

Terorê îcar xwe li New Zelandê nîşan da


Li New Zelandê(Zelanda Nuh) terorîstan êrîş birin ser du mizgeftan

Li New Zelandê li bajarê Christchurchê çend terorîstan girtin ser du mizgeftan û kesên di hundur da gulebaran kirin. 

Li gorî agahiyên polîs di herdu êrîşan da li dora 49 kesan hatine kuştin û gelek kes jî birîndar in.


Ji terorîstan yekî gotiye,  ”wan heyfa Ebba Akerlundê girtin.”

Ebba Akerlund keçikek 11 salî bû di sala 2017a, di 7ê nîsanê da di êrîşa terorîstî ya Stockholmê da hat kuştin. 

Di wê êrîşa terorîst da 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. 

Êrîş ji alî Rakhmat Akilovê terorîst yê Ozbek ve hat kirin. 

Wek êrîşên terorîstên musilman dikin, dibê em vê terorê jî mahkûm bikin, teror sûcekî li dijî însaniyetê ye, kî dike dibê meriv mahkûm bike. 

Lê bi baweriya min ev êrîşa li hemberî musilmanan û xerîban ewê ne ya dawî be û li hin welatên din jî ewê dubare bibe. Terora îslamîstan terora ekstremîstên ewrûpî xuliqand.

Li Ewrûpayê bi zêdebûna musilman û xerîban ra gelek gelşên civakî, aborî, siyasî, kulturî û demografîk yên pir mezin û bi xeter peyda bûne. Û ev yek jî bûye sebebê zêdebûna dijayetiya xerîban û musilmanan û xurtbûna hêzên nasyonalîst.

Li Swêd hin tax, hin herêm sedîsed bûne taxên, herêmên musilmanan û afrîkiyan. Xwendekarên hin dibistanan sedîsed bûne zarokên xerîban. Sûc, şer, kuştin, dizî yanî krîmînalîtet pir zêde bûye. 

Bi kurtî koça bi riya çete û mafîayê ve tê kirin li Ewrûpayê bûye sebebê peydabûna gelşên mezin û jiyana xerîban jî xistiye tahlûkeyê.

Zêdebûna xerîban, musilmanan, îslamîstan dijminatiya li hemberî biyaniyan zêde û xurt dike û di netîceyê da li Ewrûpayê jî kane bibe sebebê êrîşên terorîstî wek yên New Zelandê.

Lema jî ez ditirsim trajediyên wiha li gelek derên din jî dubare bibin. Li Ewrûpa Rojava zemîna êrîşên bi vî rengî zêde bûye...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE