24 mars 2019

Sirûda Ey reqîb di asîmanên Baxozê da olan da



Şêr û şepalên kurd û mitefikên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) û Amerîkayê piştî 41 roj şerekî giran û xwînî li Baxozê li hemberî hovên Daîşê zafera xwe bi xwendina sirûda/marşa ”Ey reqîb” îlan kirin !

Di merasimeke leşkerî ya bi îhtîşam da, sirûda Ey reqîb di asîmanên/semayên Baxozê da olan da:

-Ey reqîb her mawe qewmî kurdziman
Nayşikênê danerî topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê alakeman.


Ala HSDê li warê DAIŞê yê dawî hat bilindkirin. Ala reş ya Daîşê li Baxozê û li herêmê nema tê dîtin.
Ev serketina kurdan ya li Baxozê û xwendina sirûda "Ey reqîb" nuha dijminên me yên li pişt Daîşê, yên bi keriyên qatilên îslamî bera bedena me dan dîn û har kirin...

Lê dibê ev serketin me ji wan ra bibe ders, rojekê eynî tiştê were serê wan jî, ew roj ne dûr in.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) Mezlûm Ebdî, di merasimê da bi axaftinekê serkeftina HSDê îlan kir û têkçûna DAIŞê li Baxozê û li tevahiya Rojhilatê Ferêt ragihand.

Nûnerê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê William Robak jî beşdarî merasimê bû û di merasimê da axaftinek kir û got:

 “Em pîrozbahiyê li gelê Sûriyê û bi taybetî jî li Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ji bo ku dawî li xîlafeta xapandinê anîn û hemû deverên rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Ev bûyera girîng di şerê li dijî DAIŞê da stratejiya mezin û pêbendbûna hevparên me yên xwecihî û Hevpeymaniya Navdewletî bo şikandina DAIŞê nîşan da. Di nav 97 welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî da Amerîka  serbilind e ji bo ku bi vî karî rabû.”

Em kurd jî him bi vê zafera li hemberî Daîşê û him jî bi hevalbendiya Amerîkayê gelkî kêfxweş û gelkî serbilind in.

Spas ji bo piştgirî û alîkariya Amerîkayê ya bi HSDê û bi miletê kurd ra.

Wezareta Parastinê ya Amerîka bi serketina Baxozê pir kêfxweş e, lê dibêje wezîfeya wan hîn neqediya ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE